Nêçîrvan Barzanî: Hêzên Pêşmerge di nêzîk de dibin yek

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, hemû Hêzên Pêşmerge di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de hatine rêxistinkirin û dê di demeke nêzîk de bi temamî bibin yek. Herwiha da zanîn ku peywendiyên navbera partiyên siyasî, bi taybetî PDK û YNKê, li gorî berê pêşketineke berbiçav bi xwe ve dîtiye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 17ê Îlona 2026an di konferanseke rojnamevanî de, bal kişand ser pêşhatên herî dawî yên ewlehî û siyasî yên Herêma Kurdistanê û aşkere kir ku pêvajoya yekxistina Hêzên Pêşmerge di qonaxên dawî de ye. Herwiha destnîşan kir ku di çend rojên bê de, dê derbarê vê mijarê de hûrgilî û zanyariyên zêdetir ji bo raya giştî bên pêşkêşkirin.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê rewşa siyasî ya navxweyî nirxand û diyar kir, atmosfera pêwendiyan di navbera aliyên siyasî de, bi taybetî di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de, li gorî berê ber bi pêş ve çûye. Herwiha hêvî xwast ku ev diyalog û hevahengî gavan ber bi encamên erênî ve bavêje.

Derbarê proseya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî, Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku heta niha çendîn civînên erênî hatine encamdan ku tê de Serokê Hikûmetê, Cîgirê Serokê Hikûmetê, aliyên ewlehiyê û polîtburoyên her du partiyên desthilatê (PDK û YNKê) beşdar bûne.

Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya axaftina xwe de tekez kir jî, her çend gotûbêj di rêyeke rast de dimeşin û gavên gelekî baş hatine avêtin jî, lê heta niha ji bo ragihandin û pêkanîna fermî ya kabîneya nû ti demeke dawî nehatiye diyarkirin.