Muhsin Mendelawî: Derçûyên Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê dibin avakerên paşeroja welatî
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hevpeymaniya Esasê, di ahenga derçûnê ya Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê (AUK) li Dihokê de, ragihand ku Îraq û Herêma Kurdistanê bo peydakirina guhartinên mezin pêdivîtî bi ciwanên perwerdekirî heye, herwesa tekez jî kir ku ew piştgiriya pêngavên çaksaziyê yên her du hikûmetan dikin.
Serokê Hevpeymaniya Esasê Muhsin Mendelawî di çarçoveya tevlîbûna di ahenga derçûyên Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê (AUK) li Dihokê de ragihand: "ez bi amadebûna xwe di vê helkefta pîroz de kêfxweş im. Ev berhemê çend salên xebat û westiyana komeke ciwanan li Kurdistan û Îraqê ye, ku di paşrojê de dê bibin avaker û berpirsên welatê me."
Muhsin Mendelawî diyar jî kir: "Di demekê de ku welatê me rûbirûyî çend astengiyên navxweyî û herêmî bûye, lê hêj bi hebûna kesên ku di xema paşroja welat û nifşên wê de ne, hêviyek bo dubare vejîn û pêşketina rewşa welat heye. Hûn îro tenê bawernameyan wernagirin, belkî hûn berpirsiyariya nîştimanî bo çareserkirina pirsgirêk û astengiyên hikûmetê û pêşxistina proseya siyasî hildigirin."
Di pareka din a axaftina xwe de, Mendelawî got: "Em li beranberî derfeteke dîrokî ne, bo avakirina dewleteke xurt û xwedan tenahî ku serweriya qanûnê û dadperwerî bingehên kargêriya wê bin. Em piştgiriya wan pêngavan dikin ên ku di hikûmetên Herêma Kurdistanê û Îraqê de bi merema çaksaziyê tên kirin, bi taybetî di rûbirûbûna gendeliyê û kontrolkirina çekan di destê dewletê de, herwiha em tekezê li ser çaksaziyê di warên aborî û kargêrî de dikin û em pişrgiriya veberhênanê û peydakirina jîngeheka aram dikin, ku tê de derfetên kar û ewlehiya welatiyan parastî bin."
Di dawiya gotinên xwe de, Serokê Hevpeymaniya Esasê ragihand: "Îraq û Herêma Kurdistanê pêdivîtî bi ciwanên wekî we heye, da ku guhartinên mezin û bingehîn çê bikin, ew yek jî bi we tê kirin ji ber ku hûn fêm dikin ku ku dem berpirsiyarî ye û zanist pêşketin e, lewma hûn dikarin parek ji pêşketin û pêşveçûna welat û paşeroja welat bin."