Mesrûr Barzanî û Muhsin Mendelawî rewşa giştî ya Îraqê nîqaş kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Dihokê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Esasê ya Îraqî û şandeke Encûmena Nûneran kir; di civînê de rewaşa giştî ya welat hat nîqaşkirin û tekez li ser çareserkirina arêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser bingehê destûrê hat kirin.
Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êvara îro Pênşemê, 17ê Îlona 2026ê, li bajarê Dihokê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Esasê ya Îraqî Muhsin Mendelawî û şanda pê re kir ku ji hejmareka endamên Encûmena Nûneran a Îraqê pêk hatibû.
Di wê civînê de, rewşa giştî ya Îraqê hat nîqaşkirin û tekez li ser pêdivîtiya pêşxistina alîkarî û hevahengiya di navbera partî û aliyên siyasî yên Îraqê û Herêma Kurdistanê de bo çareserkirina arêşeyan li ser bingehê destûrê hat kirin.
Ev jî di demekê de ye ku Muhsin Mendelawî tevlî ahenga derçûnê ya gera heftê ya xwendekarên Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê (AUK) li Dihokê kir û tê de gotarek pêşkêş kir.