Mezlûm Ebdî: Divê zimanê Kurdî li Sûriyeyê wek zimanekî fermî bê nasandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Serokatiya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî ligel hejmareke welatiyên bajarokê Kobanê civiya, ji bo nîqaşkirina pêşveçûn û aloziyên dawiyê yên deverê, bi taybetî bûyerên zîndana Kobanê ku bûn sedema mirina 10 zîndaniyan.
Mezlûm Ebdî di wê civînê de bala xwe da ser bûyerên zîndana Kobanê û diyar kir ku piştî kuştina şervan "Sîpan Hiso", xwepêşandanan dest pê kir û di encamê de hejmareke ciwanan hatin girtin. Eşkere jî kir ku piştî arastekirina gefan li girtiyan bi wê yekê ku dê bo Helebê bên şandin, alozî di nav zîndanê de çê bû û di encamê de 10 zîndaniyan canê xwe ji dest da û çend kesên din jî birîndar bûn.
Şêwirmendê Serokatiya Sûriyeyê behsa wê yekê jî kir ku komîteyeke taybet a lêkolînê hatiye pêkanîn, ji bo derxistina sedem û hûrgiliyên wê bûyerê û biryardana li ser wê.
Di pareka din a wê civînê de, Mezlûm Ebdî behsa peymana 29ê Çileyê û mîkanîzmên bicihanîna wê kir û got: Hejmareke dosye û mijarên sereke yên girêdayî wê peymanê hatine çareserkirin.
Li ser doza zimanê Kurdî jî, Mezlûm Ebdî ragihand ku ev mijar hêj di bin danûstandinan de ye û bizav bo peydakirina çareseriyê berdewam in. Tekez jî kir ku divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û wek zimanekî fermî bê nasandin.