Nêçîrvan Barzanî: Civînên PDK û YNKê berdewam in
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, hewldanên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê berdewam in û civînên navbera aliyên siyasî didomin. Herwiha bang li Bexdayê kir ku pişka Herêma Kurdistanê di qanûna budceyê de bi awayekî fermî û tam cîgir bike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 19ê Îlona 2026an, di çarçoveya konferanseke rojnamevanî de bal kişand ser pêvajoya siyasî ya herêmê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê.
Derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Nêçîrvan Barzanî got: "Hewldanên ji bo pêkanîna hikûmetê berdewam in. Civîn û hevdîtinên navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) didomin, bi wê hêviyê ku ev rûniştin bigihîjin encameke erênî ku berjewendiyên hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê li ber çavan bigire."
Li ser pirsa pişka Herêma Kurdistanê ya di budceya giştî ya Iraqê de, Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku girîng û pêwîst e Bexda di pêşnûmeya qanûna budceyê de berçavgirtina Herêma Kurdistanê bike û pêngavên xwe bi hevahengî ligel Hewlêrê biavêje. Herwiha got ku divê hikûmeta Iraqê bi awayekî cidî li ser vê pirsê ligel Herêma Kurdistanê guftûgoyan bike.
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser rola lijneyên hevbeş jî û got: "Her çend komîteyên teknîkî dest bi danûstandinan kiribin jî, lê tenê ev pêngav têrê nake. Tişta herî girîng ew e ku Bexda pişka Herêma Kurdistanê bi temamî di qanûna budceyê de cîgir û misoger bike."