Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Filistînê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi merema bidawîhatina erkê wî yê dîplomatîk li Herêma Kurdistanê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Filistînê kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê 20ê Îlona 2026ê, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Filistînê Mahir Elkerkî kir, bi helkefta bidawîhatina erkê wî yê dîplomatîk li Herêma Kurdistanê.
Di wê civînê de, Serokwezîr spasiya Konsulê Giştî yê Filistînê kir, ji ber karkirina wî pêxemetî bihêzkirina peywendiyan ligel Herêma Kurdistanê.
Konsulê Giştî yê Filistînê jî ji aliyê xwe ve spasiya alîkarî û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ji ber biserxistina erkê wî.
Her di wê civînê de, Konsulê Giştî yê Filistînê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ji ber dana skolarşîpê bo xwendekarên Filistînî li zanîngehên Herêma Kurdistanê.
Di eynî demê de, wî rêz û hurmetên xwe jî ji bo alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo xelkê Filistînê diyar kirin.