Zêdetirî 500 hezar fermanberên girêbest dibin herdemî; ev biryar Kurdistanê jî vedigire

Îxlas Dilêmî
Îxlas Dilêmî

Navenda Nûçeyan (K24) – Di pêngaveka çaverêkirî de û piştî bizavên berdewam ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezarêta Darayî ya Îraqê bi nivîsareke fermî cîgirkiirina benda herdemîkirina fermanberên girêbest û kirêya rojane di pirojeqanûna budceyê de pejirand, ku zêdetirî 500 hezar fermanber li seranserî Îraq û Herêma Kurdistanê feydeyî ji vê biryarê werdigirin.

Serokê biemir ê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Îraqê Ezîz Meyahî îro Yekşemê, 20ê Îlona 2026ê, eşkere kir ku piştî hejmareka civînan ligel wezîrên peywendîdar û nûnerên fermanberên girêbest, Wezîra Darayî ya Îraqê bi nivîsareke fermî komîteya wan ji cîgirkiirina benda herdemîkirina girêbestan di projeqanûna budceyê de agahdar kiriye.

Meyahî ev serkeftin li fermanberan pîroz kir û ragihand ku Encûmena Nûneran dê alîkar û piştgir be, da ku deng li ser vê bendê di nav budceyê de bê dan, herwesa tekez jî kir ku ew biryar gişt parêzgehên Îraqê û Herêma Kurdistanê jî vedigire.

Endama Komîteya Darayî ya Parlamentoya Îraqê Îxlas Dilêmî jî di daxuyaniyeke taybet de bo Kurdistan24ê piştrast kir ku zêdetirî 500 hezar fermanberên girêbest û kirêya rojane feydeyî ji vê pêngava Wezarêta Darayî werdigirin.

Îxlas Dilêmî ron jî kir ku xala girîng a vê biryarê di wê yekê de ye ku dema xizmeta girêbestan li ber çav nayê wergirtin, bi rengekî ku ew fermanberên di navbera salekê heta pênc salan de girêbestên wan hene nil bi milê wan kesên ku tenê du meh in girêbest bo wan hatiye kirin, gişt dibin herdemî.

Endama Komîteya Darayî amaje bi bizavên kabîneya nehê kir û behsa wê yekê kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê herdem israr li ser çespandina mafê fermanberên girêbest û kirêya rojane kiriye.

Dilêmî behsa wê yekê jî kir ku di demekê de ku di sala 2023ê de girêbest li Îraqê bi awayekî giştî hatibûn cîgirkiirin, lê zilmeke mezin li Herêma Kurdistanê hatibû kirin ku piraniya wan xwediyê şeş heta heşt salên xizmetê bûn û mafên wan nehatibûn dan, lê îro bi fermî mafê fermanberên Herêma Kurdistanê di nav budceyê de hat cîgirkiirin û Komîteya Darayî şopandineka berfireh dike heta wê demê ku parlamento bi yekdengî dipejirîne.