Hevpeymaniya Niştimanî: Yekxistina Hêzên Pêşmergeyan tenahiya Herêma Kurdistanê û Iraqê xurttir dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Niştimanî pêşwazî li yekxistina Hêzên Pêşmergeyan dike û ev gav wekî gaveka girîng bo xurtkirina yekrêziya dezgehan û çespandina seqamgiriyê li Herêma Kurdistanê û Îraqê bi nav kir.
Hevpeymaniya Niştimanî ya Îraqê di ragihandinekê de îro Sêşemê, 22ê Îlona 2026ê, pêşwazî li biryara yekxistina Hêzên Pêşmergeyan di bin sîvana Wezareta Pêşmerge de dike, heman demê de ev gav bo xurtkirina yekrêziya dezgehan û çespandina seqamgiriyê li Herêma Kurdistanê û Îraqê bi pêdivî zanî.
Hevpeymaniya Niştimanî di wê ragihandinê de amaje daye ku rola niştimanî ya Hêzên Pêşmergeyan û wan qurbanîdanên di rûbirûbûna xeteriyan de pêşkêş kirine bilind dinirxîne. Tekez jî kir ku yekxistina wan hêzan di çarçoveya dezgeheka leşkerî ya yekgirtî de, ku li ser bingehê pîşeyî û dîsîplînê kar dike, bo bilindkirina astê ewlehî û seqamgiriyê gaveka girîng e.
Hevpeymaniya Niştimanî hemî wan xebat û bizavan bilind dinirxîne yên bo gehiştina bi vê qonaxê hatine kirin. Di heman demê de hêvî dike ku ev gav bo lêktêgehiştin û alîkariya zêdetir bibe bingeheke, ku li dawiyê tevlî çespandina avakirina dezgehan, parastina ewlehiya welatiyan û xizmetkirina berjewendiyên bilind bibe.
Ev jî di demekê de ye ku îro di merasîmeka fermî de bi tevlîbûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl, proseya yekxistina Hêzên Pêşmergeyan birêve çû.
Nêçîrvan Barzanî di wê merasîma yekxistina Hêzên Pêşmergeyan de gotarek pêşkêş kir û got: "Berdewamiya van bizavan bo sala 2016ê vedigere, dema ku Serok Barzanî proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de dest pê kir." Herwesa got ku ev di demekê de bû ku Hêza Pêşmergeyan di bin fermandariya Cenabê Serok de efsaneya DAÎŞê şikand.