Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan gihîşt New Yorkê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bi mebesta beşdarbûna di civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî de gihîşt New Yorkê û biryar e li wir gotarekê pêşkêş bike.

Medyayên fermî yên Îranê îro 23yê Îlona 2026an piştrast kirin ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ji bo beşdarbûna di xebatên Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî de gihîştiye New Yorkê. Saziya Radyo û Televîzyona Dewletî ya Îranê ragihand, Pizîşkiyan îro gihiştiye bajêr, lê ti hûrgiliyên zêdetir derbarê daketina wî ya li firokexaneyê belav nekirine.

Beriya niha, Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îranê (IRNA) li ser zarê Rêveberê Giştî yê Têkiliyên Giştî yê Nivîsgeha Serokomariyê Hebîbullah Ebbasî ragihandibû, rojeva serdana Pizîşkiyan tenê ji pêşkêşkirina gotarê pêk nayê; biryar e serokkomar hejmarek hevdîtin û gotûbêjên dualî ligel serokên welatan û berpirsên beşdar ên lûtkeyê pêk bîne.

Li gorî heman ajansê, di plana xebatê ya serdana Pizîşkiyan de, hevdîtin ligel hejmarek kesayetên îranî yên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dijîn, herwiha civîn ligel kesayetên Amerîkî û nûnerên navendên lêkolîn û hizirê jî cih digirin.