Brett McGurk: Pêwîst e civaka navdewletî qurbanîdanên HSDê nas bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Koordînatorê berê yê Koşka Spî bo Rojhilata Navîn ragihand Brett McGurk , pêwîst e Biryarnameya Serokatiyê ya hejmar 13 di destûra nû ya Sûriyê de cih bigire; çimkî ew biryarname bi awayekî fermî mafên gelê kurd nas dike.

Brett McGurk, di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan24ê diyar kir, divê civaka navdewletî û hikûmeta Şamê fedakarî û qurbanîdanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nas bikin û rêzê li xebata wan a li dijî terorê bigirin.

Derbarê paşeroja Sûriyê de, McGurk got: “Me her tim xwastiye Sûriyeyeke yekgirtî bibînin. Di serdema şerê li dijî DAIŞê de, me ji nêz ve ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk kar dikir û me her tim behsa wê yekê dikir ku hêviya me ew e di paşerojê de, di bin siya hikûmeteke nû ya li Şamê de, ligel dewletê bibin yek û entegre bibin.”

McGurk bal kişand ser zehmetiyên vê pêvajoyê û destnîşan kir: “Ev prose gelekî aloz e û kêşeyên mezin li pêşiya wê hene. Pir girîng e cîhan wan destkeftiyan nas bike yên ku HSDê ji bo hemû mirovahiyê bidest xistine, herwiha pêwîst e hikûmeta Şamê jî wan hemû berdêlan li ber çavan bigire.”

Li ser girîngiya Biryarnameya Jimare 13 ji bo paşeroja wî welatî, McGurk anî ziman ku divê ev biryarname bibe beşeke bingehîn ê destûra nû ya Sûriyê, ji ber ku ev yek bersiveke bingehîn û stratejîk e bo rewşa niha ya welêt.

Di dawiya axaftina xwe de, berpirsê berê yê Koşka Spî anî ziman ku piştî nêzîkî 60 salan ji êş û zehmetiyan, hemû alî li hêviya aramî û serkeftina Sûriyê ne. Lê ligel vê yekê jî, wî tekez kir ku divê mirov astengî û pirsgirêkên li pêşiya paşeroja wî welatî ji bîr neke û wan bi hûrbînî binirxîne.