Herêma Kurdistanê ji bo Pêşmergeyan daxwaza mûçeyê hevta ji Bexdayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya danûstandinên budceya giştî de, ji bo wekhevkirina mûçe û dermafên hêzên Pêşmerge bi leşkerên Iraqê re, bi fermî daxwaza 450 milyar dînarî kiriye.

Enûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, îro 23ê Îlonê civiya.

Di civînê de bi hûrbînî behsa proseya yekxistina hêzên Pêşmerge û pêngavên hevtakirina mûçe û mafên wan ên darayî li gorî hevpîşeyên wan ên li hêzên çekdar ên Iraqê hat kirin.

Derbarê hûrgiliyên vê pirsê de, Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm ji Kurdistan24ê re ragihand, di çarçoveya danûstandinên navbera şandeya payebilind a Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Bexdayê ya li ser budceya sala 2027an de, şandeya Herêmê daxwazeke fermî pêşkêşî aliyê Iraqî kiriye.

Amanc Rehîm da zanîn, wan daxwaz kiriye 450 milyar dînar li ser para mûçeyê ya niha ya 148 hezar Pêşmergeyan bê zêdekirin. Bi cîbicîkirina vê daxwazê re, dê mûçe û tevahiya dermafên darayî yên hêzên Pêşmerge rasterast hevtayî hêzên serbazî yên Iraqê bibin.