Wezareta Darayî ya Îraqê bo bilindkirina pileyên fermanberên Kurdistanê dixebite
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Darayî ya Îraqê Fermangeha Budceyê bo bicihanîna proseya bilindkirina pileyan û dana dermaleyan bo fermanberên Herêma Kurdistanê raspart, ev jî bi merema pêkanîna dadperwerî û wekheviyê di navbera hemî fermanberên dewletê de.
Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Daner Ebdulxefar îro Çarşemê, 23ê Îlona 2026ê, ji malpera Kur2distan24ê re ragihand: “Wezareta Darayî ya Îraqê Fermangeha Budceyê raspartiye da ku li gorî rênimayiyan daxwaza bilindkirina pileyên fermanberên Herêma Kurdistanê bi cih bîne û dermaleyên wan mîna yên fermanberên Îraqê bo wan bên xerckirin.
Wî endamê Lijneya Darayî behs jî kir ku pêştir di nivîsarekê de daxwaz ji Wezîra Darayî ya Îraqê kiribû ku li ser dana dermaleyan û bilindkirina pileyên wezîfî bo fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê razî bibin. Amaje jî da ku ev gav bi merema nehêlana cudahiyê û pêkanîna bingeha dadperwerî û wekheviyê di navbera hemî fermanberên dewletê de tê, bi taybetî ku ev çend sal bûn fermanberên Herêma Kurdistanê ji wan mafan bêpar mabûn.
Li gorî naveroka wê daxwazê, hatiye daxwazkirin ku salên borî bo merema dermale û bilindkirina pileyan bo fermanberan bên hesabkirin û mafên darayî yên girêdayî wê demê jî bên xerckirin. Tekez jî kir ku bicihanîna vê daxwazê ji aliyê Fermangeha Budceyê ve dê bandoreka rasterast û erênî li ser baştirkirina rewşa wezîfî û jîn û jiyara fermanberan hebe.
Berdevkê Fraksiyona PDKê ron jî kir ku di nav projeqanûna budceya sala 2027ê de cîh bo bilindkirina pileyên fermanberan tê vekirin, da ku bi awayekê qanûnî mafên wan bên misogerkirin û ti arêşeyên darayî bo wan çê nebin.
Rawestandina bilindkirina pileyên fermanberan yek ji arêşeyên li-ser-hev-kombûyî yên kerta giştî ye li Herêma Kurdistanê. Ji sala 2016ê ve ji ber qeyrana darayî, şerê DAÎŞê û birîna pişka budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, Hikûmeta Herêma Kurdistanê neçar bû ku wekî parek ji rêkarên kêmkirina xerciyan, bilindkirina pileyên fermanberên sivîl rawestîne.