Parlamenterên Kurd daxwaza zêdekirina petrolê bo Herêma Kurdistanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Lîjneya Petrol û Gaz û Çavkaniyên Xwezayî li Parlamentoya Îraqê di civîna xwe de rêkar û rapesardeyên nû bo belavkirina 50 hezar bermîlên petrolê yên rojane pejirandin, ku ji aliyê hikûmeta federalî ve bo parzinandin û belavkirinê bi nirxekî piştevanîkirî bi Herêma Kurdistanê tê dan.

Li gorî rapesardeya yekê ya lîjneyê, dabînkirina sotemeniyê bo parêzgehên Herêma Kurdistanê ji aliyê kompaniya belavkirina berhemên petrolî ve tê bicihanîn. Pişka her parêzgehekê li gorî eynî pîverê parêzgehên dî yên Îraqê diyar dibe û prose dê bi hevahengî ligel Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê be.

Lîjneya navborî tekez jî kir ku di îhtîmala her kêmbûneka di rêjeya sotemeniyê de, rêje bi wekhevî li ser hemî parêzgehan belav dibin. Di wê rewşê de, radestkirina 50 hezar bermîlên petrolê yên rojane bo Herêma Kurdistanê hildeweşe û petrol bi rêya kompaniya SOMOyê tê hinardekirin. Herwesa Wezareta Çavkaniyên Xwezayî bi firotina berhemên petrolî li parêzgehên Herêma Kurdistanê pabend dibe, li gorî wan nirxên ku Wezareta Petrolê ya Federalî pejirandine.

Di derheqa pêşniyara Wezareta Çavkaniyên Xwezayî bo zêdekirina rêjeya petrola xav a federalî bo zêdetirî 50 hezar bermîlan de, lîjneyê çend şert diyar kirine, wekî liberçavwergirtina pîverê hejmara xwecihan bi liberberçavwergirtina rewşa qeyranî ya wekhev a parêzgehên dî, diyarkirina rêjeya petrolê bi rêya lîjneya teknîkî ji kompaniyên parzinîngeh û belavkirina berhemên petrolî.

Herwesa rapesarde tekezê li ser firotina petrola xav a navxweyî bo Herêma Kurdistanê bi eynî nirxê parzinîngehên parêzgehên dî yên Îraqê û radestkirina petrola reş li gorî eynî mîkanîzma federalî dikin.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî soz daye ku sotemeniyê bi eynî nirxê pejirandî yê parêzgehên dî yên Îraqê bo welatiyên Herêma Kurdistanê dabîn bike. Di dawiya salê de jî, xerciya parzinandinê di navbera parzinîngehên girêdayî Wezareta Petrolê ya Federalî û parzinîngehên Herêma Kurdistanê de tê yekalîkirin, bi merema pejirandina ji aliyê Wezareta Petrolê ya Federalî ve.