Serokwezîrê Ermenistanê: Em dê serdana Herêma Kurdistanê bikim
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Ermenistanê ragihand ku ew dixwazin peywendiyên xwe yên aborî, siyasî û çandî ligel Herêma Kurdistanê xurttir bikin.
Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan îro Pêncşemê, 24ê Îlona 2026ê, taybet bo Kurdistan24ê got: “Çend caran derfet bo me çê bûye ku em ligel Serokê Herêma Kurdistanê bicivin, em dixwazin hevahengiya xwe ligel Herêma Kurdistanê xurttir bikin.”
Serokwezîrê Ermenistanê herwesa da zanîn: “Em pêşewaziyê li her pêşveçûneka di peywendiyên navbera me û Herêma Kurdistanê de dikin, em bi erênî li peywendiyên xwe dinêrin.”
Nikol Pashinyan eşkere jî kir ku ew dixwazin peywendiyên xwe yên aborî, siyasî û çandî xurttir bikin û tekez jî kir: “Bi piştrastî ve di serdana xwe ya Îraqê de, ez dê serdana Herêma Kurdistanê jî bikim.”