Ji ber ketina guleyeke hawanekê li gundekî Daqûqê jinekê canê xwe ji dest da
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundê Melhe yê ser bi navçeya Daqûqê ya parêzgeha Kerkûkê, guleyeke hawanê li nava gund ket û di encamê de jineke 45 salî jiyana xwe ji dest da.
Jêderekî ewlehiyê ji Polîsê Kerkûkê îro 27ê Îlonê, agahî ji Kurdistan24ê re piştrast kir û diyar kir ku ew jin piştî birîndarbûna xwe bo Nexweşxaneya Hewîceyê hat rakirin, lê ji ber giraniya birînên xwe canê xwe ji dest da.
Li gorî heman jêderî, piştî êrîşê Artêşa Iraqê derdora gundê Melheyê girtiye û ew der bi temamî dorpêç kiriye. Ji bo rêgirtin li her aloziyekê û ji ber ku tîmên pispor mijûlî lêkolînê ne, rê nayê dayîn ku ti hêzeke din derbasî nava gund bibe.
Derbarê çavkaniya êrîşê de jî hat destnîşankirin ku heta niha aliyê berpirsyar û ew cihê ku mûşek jê hatiye avêtin nehatine tespîtkirin û lêpirsîna hêzên ewlehiyê li ser bûyerê didome.