Kurdistan û Swîsra pêwendiyên xwe yên aborî bihêz dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 27ê Îlona 2026an, pêşwazî li Balyozê Swîsrayê yê li Iraqê Peter Nielsen kir.
Di hevdîtinê de, derbarê dawîn pêşhat û geşedanên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û pêwendiyên dualî de gotûbêj hatin kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber destbikarbûna wî pîrozbahî li balyoz kir, di erkê wî de hêviya serkeftinê jê re xwest û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jê re tekez kir.
Balyozê Swîsrayê jî amadebûna welatê xwe ya ji bo xurtkirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê aborî û danûstandina bazirganiyê de nîşan da.