Mûçeyên kesûkarên şehîdên Herêma Kurdistanê ligel yên Îraqê tên wekhevkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Dezgeha Şehîdan a Îraqê Ebdulîla Waîlî yadaştek îmze kir û li gorî wê yadaştê, ji niha û şûn de mûçeyên kesûkarên şehîdên Herêma Kurdistanê ligel ên Îraqê tên wekhevkirin.
Wezîrê Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdula Hacî Mehmûd û Serokê Dezgeha Şehîdan a Îraqê Ebdulîla Waîlî yadaştek îmze kir û li gorî wê yadaştê, ji niha û şûn de mûçeyên kesûkarên şehîdên Herêma Kurdistanê ligel yên Îraqê tên wekhevkirin.
Wezîrê Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ew fêmkirina îro ligel Dezgeha Şehîdan a Îraqê hatiye îmzekirin, dê bibe destpêkeka giring bo piştevaniya mafên kesûkarên şehîdan.
Serokê Dezgeha Şehîdan a Îraqê Ebdulîla Waîlî ragihand ku armanc ji vê lihevkirinê karkirina hevpar û hêsankarî ye bo birêvebirina karûbarên kesûkarên şehîdan, herwesa eşkerekirina gorên bikom û çêkirina sîstemeka elektronî ya hevpar, ligel bizavên berdewam bo nasandina tawana Enfalê û kîmyabarankirina Helebceyê li ser asta navdewletî.