Li Merîwanê çinîna tûtinê hat destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çinîna tûtinê li nav zeviyên bajarê Merîwanê hatiye destpêkirin. Tevî ku berhemanîna tûtinê dahateka çêtir ji berhemên din peyda dike, lê cotkar ji ber nirxê kêm ê navendên hikûmetê bifikar in û bizavê dikin ku berhemên xwe li sûka azad bifiroşin.

Axa Merîwanê ji bo karûbarên çandinê gelek bibereket e û ji bo berhemanîna tûtinê û hin berhemên din gelek bikêr e. Ev çend sal in ku hejmareka zêde ya cotkaran berê xwe daye berhemanîna tûtinê. 

Cotkar li dawiya demsala Biharê dest bi çandina binên tûtinê dikin û heta serê demsala Payîzê sê caran berê xwe diçinin, vê yekê jî wesa kiriye ku berhemanîna tûtinê dahateka baştir ji berhemên din ên çandinê hebe.

Tevî ku li bajarê Seqizê yê parêzgeha Sineyê - ku bi rex bajarê Merîwanê ve ye jî - kargeheka cigareyan heye ku her salê pênc milyar cigareyan berhem tîne, cotkarên Merîwanê ji bo firotina tûtina xwe her car arêşe hene. Ew dibêjin ku navendên hikûmetê bi nirxekê erzantir tûtina wan ji wan dikirin, lewma jî ew bizavê dikin ku li sûka azad bi nirxekê baştir bifiroşin.

Di nava nêzîkî 800 hektarên zeviyên çandinê yên bajarê Merîwanê de li derdora gola Zirêbarê, tûtin tê berhemanîn û zêdetir ji hezar cotkaran bi rengekê rasterast mijûlî berhemanîna tûtinê ne. Ev yek jî derfetên karî yên nerasterast ji bo nêzîkî çar hezar welatiyên din ên xelkê wê deverê peyda kirine.