Korek Telecom li Kerkûkê dest bi karên xwe dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Pişka Firotinê ya Kompaniya Korek Telecomê ya peywendiyan li bajarê Kerkûkê bi rengekê fermî li beranberî welatî û aboneyan hat vekirin û dest bi pêşkêşkirina hemî kar û çalakiyên xwe kir.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê Soran Kameran îro Duşemê, 28ê Îlona 2026ê, got ku Pişka Firotinê ya Kompaniya Korek Telecomê li wî bajarî hatiye vekirin û di dema niha de bo pêşwazîkirina welatiyan bi merema pêşkêşkirina xizmetkariyên cuda cuda yên peywendiyan amade ye.
Li gorî zaniyaran, ji niha û pê ve aboneyên wê torê li parêzgeha Kerkûkê dikarin bo bidestxistina xizmetkariyan, kirîna sîmkartan, pirkirina balansê û birêvebirina hemî karûbarên qanûnî û teknîkî yên hêlên xwe, rasterast serdana Pişka Firotinê ya wê kompaniyê li wî bajarî bikin.
Ev jî di demekê de ye ku pêştir Kompaniya Korek Telecomê ji ber biryarekê nîzk bû ku hatiba girtin, lê Dadgeha Resafeyê li Bexdayê biryareke dadwerî bo rawestandina biryarên Desteya Ragihandinê ya Iraqê yên li dijî Kompaniya Korek Telecomê derxistibû.
Xwediyê Kompaniya Korek Telecomê Sîrwan Barzanî li roja Yekşemê, 23ê Tebaxa 2026ê, di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re ragihandibû ku biryarên berê yên Serokê Desteya Ragihandinê ya Iraqê yên li dijî Korek Telecomê bêbingeh û neqanûnî bûn.
Sîrwan Barzanî diyar jî kiribû ku Dadgeha Resafeyê li bajarê Bexdayê di wê rojê de fermaneke demkî ya dadwerî (Emrê Welaî) derxistibû, ji bo rawestandina bicihanîna hemî wan biryarên nedadperwerane yên ku li dijî kompaniya navborî hatibûn derxistin.
Xwediyê kompaniya Korek Telecomê tekez jî kir ku ev pêngava Dadgeha Resafeyê bertekek e li beranberî wê zilmê ya ku li wan hatibû kirin, û destnîşan jî kir ku wan her dem bawerî bi dadperwerî û rêkarên qanûnî hebûye.
Desteya Ragihandinê ya Iraqê di dema borî de ragihandibû ku Korek Telecom nêzîkî milyarek û 500 milyon dolaran deyndarê dewletê ye; ji ber wê yekê di çend rojên borî de bi hevahengiya Dezgeha Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê, nivîsîngeha sereke ya kompaniya navborî li devera Cadiriyeyê û sê navendên din ên frotinê li Bexdayê girtibûn. Her wiha gefa rawestandina bi temamî ya xizmetên Korek Telecomê û desteserkirina mal û milkên wê xwaribû.
Li beranberî wê yekê jî, kompaniya Korek Telecomê ew pêngav neqanûnî û siyasiyî bi nav kiribûn, bi taybetî piştî ku di sala 2025ê de lihevkirinek bo çareserkirina arêşeyan û dana destûriya nifşê çarê hatibû îmzakirin, lê wê desteyê ew lihevkirin hilweşandibû.