Ciwan Îso: Koçberên Serê Kaniyê di navbera Şam û grûpên çekdaran de asê mane

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Ciwan Îso dibêje, hikûmeta Sûriyeyê heta niha nekariye komên çekdar ên li Serê Kaniyê bixe bin kontrola xwe, lê belê soza derxistina wan çekdaran ji bajêr daye. Îso her wiha aşkere kir ku ji ber hebûna çekdaran, mînan û baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê, proseya vegera 14 hezar malbatên koçber bi hincetên cuda gelekî dereng ketiye.

Ciwan Îso di hevpeyvînekê de ligel Kurdistan24ê de, derbarê qonaxên destpêkê yên vegera xelkê de destnîşan kir ku karwanê yekem ê koçberan di 10ê Tebaxê de vegeriya nav bajarê Serê Kaniyê, lê mixabin ew rastî êrîş, lêdan û tundûtûjiya çekdaran hatin.

Da zanîn jî karwanê duyem di meha Îlonê de ji bo gundewarê bajêr bûye ku piraniya wan ne Kurd bû û got: "Êrîşên li ser karwanê yekem bi zelalî nîşan didin ku hikûmeta Şamê heta niha xwedî serweriyeke temam li ser wan koman nîne û rêveberiya bajêr hîn jî di destê wan çekdaran de ye."

Serokê Komîteya Koçberan diyar kir, biryar e roja 4ê Cotmehê karwanê sêyem ê ku ji 500 malbatî pêk tê vegere gundewarê Serê Kaniyê û got: "Piraniya vê komê ne Kurd in û niha ti veger ji bo nava bajarê Serê Kaniyê nîne. Ji bo rakirina astengiyên li ber vegera nava bajêr danûstandinên germ berdewam dikin."

Îso bal kişand ser sistbûna proseyê û got: "Eger her mehekê karwanek vegere, vegera 14 hezar malbatên koçber dê gelek salan bikişîne. Me ji aliyên peywendîdar daxwaza bernameyeke demkî ya zelal û lezgîn kiriye, lê hîn jî hincetên wekî hebûna çekdaran û danîna mînan li ber me tên derxistin; her wiha piraniya rêyên sereke yên herêmê jî girtî ne."

Li gorî gotina Ciwan Îso, sedemeke din a sereke ya derengketina vegera koçberên kurd ew e ku baregehên artêşa Tirkiyeyê hîn jî li Serê Kaniyê hene û Şamê nekariye desthilata xwe bi temamî li wir ferz bike.

Herwiha got: "Tevî vê yekê, rayedarên hikûmeta Sûriyeyê soz dane ku di demeke nêz de ew grûpên çekdar û erebên hawerde dê ji nav bajêr werin derxistin, her kes vegere mal û warê xwe yê eslî û hemû xanî û milkên destbiserdagirtî ji xwediyên wan ên kurd re werin vegerandin."

Ciwan Îso di dawiya axaftina xwe de aşkere kir ku di demên dawî hevdîtinek bi Şêwirmendê Serokê Sûriyeyê Mezlûm Ebdî re encam dane û got: "Li gorî rêkeftina 29ê Çileya 2026an, divê pirsa vegera hemû koçberan were çareserkirin. Lêbelê diyar e ku rewşa Serê Kaniyê û ya Efrînê ji hev cuda ne; Serê Kaniyê hîn ne aram e, lê aliyên pêwendîdar soz dane ku vê dosyayê bi temamî çareser bikin."