Sebah Nûman: Em lêkolînê li ser kuştina her du ciwanên Pirdê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fermandarê Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Nûman ragihand, derbarê canjidestdana du ciwanên kurd di pevçûnên navçeya Pirdê de, wan lêkolîn dane destpêkirin.
Sebah Nûman îro 29ê Îlonê ji Kurdistan24ê re ragihand: "Lêkolînên me li ser bûyera canjidestdana du ciwanên kurd li Pirdê hîn bidawî nebûne û pêvajo berdewam e. Piştî ku lêpirsîn temam bûn, em ê encamê ji raya giştî re aşkere bikin."
Li gorî zanyariyên peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê, îro danê dibê malbata ciwanekî, termê kurê xwe (Mihemed Hêmin) li beşa Tiba Dadî ya Nexweşxaneya Azadiyê li bajarê Kerkûkê dîtine. Tevî ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê ji duh ve red dikirin ku ew ciwan di destê wan de be, lê piştre aşkere bû ku ji aliyê wan hêzan ve hatiye gulebarankirin û kuştin.
Malbata Mihemed Hêmin wergirtina termê kurê xwe bi tundî red kir û ragihand, sedema redkirinê ew e ku hêzên ewlehiyê navê kurê wan wek "çekdarê DAIŞê" li nexweşxaneyê tomar kiriye.
Malbat tekez dike ku kurê wan tenê nûciwanekî bêsûc bûye, ti pêwendiya wî bi ti rêxistineke terorîstî re nebûye, bi şaşitî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kuştin û niha jî hêzên ewlehiyê dixwazin bi navlêkirina "terorîst" sûcê xwe veşêrin.
Roja Yekşemê, 27ê Îlona 2026an, navbera Kerkûk û Pirdê de pevçûneke çekdarî di navbera Dezgeha Dijeterora Iraqê û çekdarên DAIŞê de rû dabû.
Li gorî zanyariyan, di wê rûbirûbûnê de du çekdarên DAIŞê û nûciwanek hatibûn kuştin û du çekdarên din jî hatibûn desteserkirin. Di heman pevçûnê de Mihemed Hêmin winda bûbû, heta ku îro termê wî li nexweşxaneyê hat dîtin.