PDK: Pêwîst e welatî ji terorîstan werin cudakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Mekteba Rêxistina Kerkûk û Germiyan - Xaneqînê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) derbarê şehîdbûna du ciwanên Kurd di pevçûnên Pirdê de daxuyaniyek belav kir û bang li Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî kir ku bi lez komîteyeke taybet û dadperwer bo lêkolînkirina rastiyan pêk bîne.

Mekteba Rêxistina PDKê îro 29ê Îlona 2026an, di daxuyaniyekê de canjidestdana her du ciwanên kurd wek cihê xemgînî û hevxemiyeke kûr binav kir û ragihand, parastina canê welatiyên sivîl erkekî bingehîn û li pêş e, lewma pêwîst e hemû alî bi giyanê berpirsyariyê serederiyê bikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê hêzên fermî yên ewlehiyê bibin parêzvanên rastîn ên can û malê welatiyan û di cîbicîkirina erkên xwe de bi hişyariyeke bilind tevbigerin: "Di dema her êrîş an rûbirûbûneke li dijî terorê de, divê welatiyên sivîl ji terorîstan werin cudakirin û canê wan di bin her şert û mercî de were parastin."

PDKê daxwaz ji Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Elî Zeydî kir ku bi bilez lîjneyeke pispor û bêalî pêk bîne daku sedem û rastiyên vê bûyera diltezîn a Pirdê bên ronîkirin. Herwiha tekez kir ku pêwîst e encamên lêpirsînê ji raya giştî re bên aşkerekirin û rêkarên tund ên qanûnî li hemberî berpirs û xemsaran bên girtin.

Di dawiya daxuyaniyê de, Mekteba Rêxistina Kerkûk û Germiyan - Xaneqînê sersaxî ji bo malbatên her du şehîdan, Mihemed Hêmin û Murad Zana xwast û hêviya sebir û aramiyê ji bo kesûkarên wan xwest.

Ev daxuyanî di demekê de ye, îro danê sibê peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê diyar kir ku malbata nûciwanê bi navê Mihemed Hêmin (yê ku di pevçûnên Pirdê de winda bûbû), cenazeyê kurê xwe li beşa Bijîşkiya Dadî ya Nexweşxaneya Azadiyê li Kerkûkê dîtine.

Kesûkarên wî ciwanî ragihandin, ew termê kurê xwe wergirin, ji ber ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê termê wî bi navê "çekdarê DAIŞê" radestî nexweşxaneyê kiriye. Malbatê ev tomet bi tundî red kir û tekez kir ku kurê wan tenê zarokekî bêsûc bûye, ti pêwendiya wî bi ti koman re nebûye, lê bi şaşitî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye gulebarankirin û kuştin, û niha jî dixwazin wî wek "terorîst" nîşan bidin daku tawana xwe veşêrin.