Mezlûm Ebdî: Bizavên me bo fermîkirina perwedeya bi zimanê Kurdî berdewam in

Mezlûm Ebdî
Mezlûm Ebdî

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Serokatiya Komara Sûriyeyê di peyameka vîdyoyî de daxwaz ji şagirdên Rojavayê Kurdistan û malbatên wan kir ku berdewamiyê bidin proseya perwerdeyê ya sala nû û zarokên xwe bişînin dibistanên bingehîn yên kurdî, herwesa peyman da ku bizavên xwe zêdetir bike daku zimanê kurdî bi awayekê fermî di sîstema perwerdeya Sûriyeyê de bê cîgirkirin.

Şêwirmendê Serokatiya Komara Sûriyeyê Mezlûm Ebdî îro Sêşemê, 29ê Îlona 2026ê, peyameka vîdyoyî pêşkêşî raya giştî û şagirdên Rojavayê Kurdistanê û malbatên wan kir û tê de piştevaniya wan kir ku berdewamiyê bidin proseya sala nû ya xwendinê, herwesa peyman da ku hemî bizavan bixebitînin daku îtîrafa fermî bi zimanê kurdî bê kirin.

Ebdî di peyama xwe de tekez li ser giringiya zimanê dayikê kir û got: "Gelê me yê ezîz, zimanê kurdî nasnameya me ye; parastin û pêşxistina vî zimanî armanca bingehîn a xebata me bûye heta îro. Herwesa perwerde û fêrbûna bi zimanê dayikê mafekê xwezayî û destpêkî yê hemî gelan e û bo gelê Kurd jî mafekê neguher e."

Navborî amaje bi destkeftiyên 14 salên borî yên şoreşa Rojavayê Kurdistanê kir û pesna wan malbata û mamostayan kir ên ku di serdemê şer û rewşa dijwar de sîstemeka perwerdeyî ya dîrokî damezrand.

Di derheqa bizavên dîplomasî û kargêrî de jî, Ebdî eşkere kir: "Piştî herifîna rêjîma Beşar Esed û di dema salek û heşt mehên borî de, hejmareka nîqaş û civînan hatiye kirin bi merema fermîkirina zimanê kurdî di sîstema perwerdeyê ya Sûriyeyê de, ku encama wê jî bû biryareka Wezareta Perwerdeyê; ku gel û şagirdên me nerazîbûna xwe li beranberî wê biryarê diyar kir û ne temam zanî.”

Şêwirmendê Serokatiya Komarê zêdetir jî ron kir: “Ev helwest û têkoşîn jî mafê wan ê rewa ye û em jî li kêleka wan radiwestin, lê ji ber ku sala xwendinê dest pê kiriye û em di qonaxeka derbazbûnê de ne, pêdivî ye prose berdewam û serkeftî be."

Ebdî piştrastî da malbatan û got: "Rêkarên pêdivî bo derbazbûna ji wan astengan hatine wergirtin, ku rastî wan şagirdan dibin ên ku bi zimanê kurdî xwendiye, daku zarok tûşî tu arêşeyan nebin; bi awayekî ku ji aliyekî ve fêrî zimanê erebî dibin û ji aliyekê dî ve jî berdewamiyê bidin perwerdeya zimanê kurdî."

Şêwirmendê Serokatiya Komarê herwesa daxwaz ji malbatan jî kir ku zarokên xwe bişînin wan dibistanan ên ku zimanê kurdî bingeha xwendinê ye, daku di sala bê de pêngavên mezintir bo misogerkirina hemî mafên zimanî bên avêtin.