Gundiyên devera Amêdiyê amadekariyan bo desala Zivitanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi nêzîkbûna zivistanê re, xelkê gundên Kurdistanê bi rêya zibareyê û bi awayekî jîngehparêziyê dest bi çilîbirê dikin, daku alifî ji bo pezê xwe kom bikin.

Li gundên devera Amêdiyê ya Parêzgeha Dihokê bi nêzîkbûna demsala zivistanê re, gundî xwe kar dikin û diçin aqarî, daku pezê wan di demsala zivistanê de alifekî baş bixwe. Ew diçin çilîbirê û kesek jî serkêşiya wan dike, ji bo komkirina alifî bo xwedankirina pezî.

Mamê Remezan di vî warî de ragihand: “Em çilî bo pezê xwe dibirin. Piştî ku em çilî birin, em dê wî bikin texe û binijînin. Em dê di demsala zivistanê de wî çilî bidin pezê xwe. Me ti armancên din ji vî karî nînin, tenê armanca me ew e ku em pezê xwe pê bixwedan bikin. Ev karekî kevn e û me ji bab û bapîrên xwe wergirtiye.”

Di dema çilîbirê de, gundî parastina jîngehê bi hemî rengan li ber çavan werdigirin û vî karî bi şarezayî dikin, û herwesa pişkdarên zibareyê bi dilxweşî vê yekê dikin. Yek ji gundiyan dibêje: “Ev dema salê dema hemî karan e; dema çilîbirê, daqutana kunciyan, dirûtina birincî û gelek karên dî ye.”

Wî gundîyî herwesa da zanîn: “Ev hemî erd û warên me ne. Tu kesek dar û barên xwe pûç nake, em wan wesa dibirin ku dar jî careka dî nû dibin ve û pez jî feydeyî jê dibîne. Em zibareyan dikin; em pismam in, xwarza ne, biraza ne.”

Ev dema çilîbirê ye û piraniya xelkê gundî li aqarî kom bûye û her ji niha hizira komkirina alifî ji bo pezê xwe ji bo demsala zivistanê dike. Çilîbir jî tekez dikin ku ew di dema çilîbirê de hizira parastina jîngehê û daran dikin, daku zirar negihe darûberên deverê.