Şêrwan Duberdanî: Tometbarên şehîdkirina her du welatiyên Kurd ên Kerkûkê hatin girtin

Şêrwan Duberdanî
Şêrwan Duberdanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekê Komîsyona Ewlehî û Berevaniyê ya Parlamentoya Îraqê ragihand ku Amir Fewcê Dijeterorê li Kerkûkê û ew efser û çekdarên ku di operasyona dijî DAIŞê de gule reşandibûn û bûne sedema şehîdbûna du welatiyên Kurd, hemî hatine girtin û doza wan bo dadgeha leşkerî hatiye şandin.

Endamê Komîsyona Ewlehî û Berevaniyê ya Parlamentoya Îraqê Şêrwan Duberdanî îro Yekşem, 04ê Cotmeha 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand: “Muqedem Rukin Amir Fewcê Dijeterorê li Kerkûkê û efserê hewalgiriyê yê dijeterorê û ew çekdarên di operasyona rûbirûna DAIŞê de gule reşandibûn û du welatiyên Kurd şehîd kiribûn, hemî hatine girtin û di zîndanê de ne û doza wan bo dadgeha leşkerî hatiye şandin.

Şêrwan Duberdanî tekez jî dike ku Serokê Parlamentoyê Komîsyona Ewlehî û Berevaniyê û Komîsyona Herêmê û parêzgehên wê bo şopandina bûyera kuştina wan du welatiyên Kurd li Kerkûkê raspartine.

Li gorî zanyaran; Muqedem Rukin Amir Fewcê Dijeterorê li Kerkûkê ew tenê du heftî bûn li ser postê xwe dest bi karê xwe kiribû, lê biryar e eqîdê berê vegere cihê xwe.

Li roja 27ê Îlona 2026ê, pevçûnek di navbera Dezgeha Dijeterorê ya Îraqê û çekdarên DAIŞê de li sînorê navbera Kerkûk û Pirdê çê bû. Di encamê de du çekdarên DAIŞê û du welatiyên Kurd jî hatin kuştin û du çekdarên din jî hatin girtin.