Siyamend Efrînî: 516 malbatên koçber ên gundewarê Serê Kaniyê îro vedigerin malên xwe
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî heft salan ji awarebûn û jiyaneke zehmet a li kampan, îro karwanê sêyemîn ê koçberên Serê Kaniyê ber bi gund û warên xwe ve bi rê ket.
Karwanê îro ji 516 malbatên koçber pêk tê ku li kamp û navendên demkî yên hewandina koçberan diman û ber bi gundên xwe yên resen ve vedigerin. Çûyîna vî karwanî ji bo dema 24 saetan hatibû paşxistin, daku aliyên peywendîdar karên teknîkî û lojîstîkî temam bikin û vegera welatiyan bi awayekî ewle misoger bibe.
Cîgirê Rêveberê Giştî yê Asayîşê yê Hesekê Siyamend Efrînî derbarê pêvajoyê de ji Kurdistan24ê re ragihand: "Îro 516 malbatên gundên Serê Kaniyê vedigerin ser cih û warên xwe. Li Serê Kaniyê nêzîkî 75 gund hatibûn valakirin û derdora 2 hezar malbatên koçber hene; em ê wan di qonaxan de bi rêya karwanan vegerînin wan gundan. Piştî bidawîbûna gundan jî, em ê dest bi vegerandina malbatan bo bajarê Serê Kaniyê bikin."
Efrînî destnîşan kir ku niha proseya vegerandina koçberan bo navenda bajarê Serê Kaniyê hîn dest pê nekiriye û got: "Koçberên navçeyên din ên parêzgeha Hesekê ku niha li bajarê Serê Kaniyê bicih bûne, hîn ji bajêr derneketine û xaniyên xelkê resen ê Serê Kaniyê vala nebûne. Kengî ew xanî hatin valakirin, dê vegera bo bajêr jî dest pê bike."
Derbarê parastina jiyana xelkê vegeriyayî de, Cîgirê Rêveberê Asayîşê da zanîn ku hêzên ewlehiyê ji bo amadekirin û parastina vî karwanî ketine dewrê û tedbîrên pêwîst li gundan hatine girtin.
Efrînî tekez kir ku dosyaya vegera koçberan berî her tiştî mijareke ewlehiyê ye û got: "Gelek mîn li gundewarên Serê Kaniyê hatine çandin. Ji bo ku piştî ewqas salan ji koçberiyê xelkê me nebe qurbaniyê mîn û teqemeniyan, hêzên ewlehiyê, tîmên pispor ên hikûmetê û rêxistinên peywendîdar dest bi paqijkirina herêmê ji mînan kirine. Derbarê koçberên bajar de jî, kengî xaniyên wan hatin velakirin, dê vegera wan dest pê bike."