Dîlan Xefûr: Mûçeyên fermanberên Kurdistanê di reşnivîsa budceyê de hatine cîgirkirin

Dîlan Xefûr
Dîlan Xefûr

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e ku Wezîra Darayî ya Îraqê sibe li Parlamentoya Îraqê amade bibe û ligel Komîsyona Darayî ya Parlamentoya Îraqê bicive, bi merema berçavkirina zaniyarên temam û nîqaşkirina bend û madeyên reşnivîsa projeqanûna budceya giştî berî derbazkirina wê di Encûmena Wezîran de û şandina wê ji bo parlamentoyê.

Endama Komîsyona Darayî li Parlamentoya Îraqê Dîlan Xefûr îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê, di daxuyaniyeka taybet de ji Kurdistan24ê re ragihand ku ew civîn bo nîqaşkirina xalên serekî û cîgirkirî yên reşnivîsa qanûna budceyê ye û çend zaniyarên giring jî li ser hejmar û bendên di nav wê reşnivîsê de berçav kirin.

Dîlan Xefûr herwesa got ku li gorî texmînên destpêkî yên di nav wê reşnivîsê de, qebareya budceya giştî nêzîkî 218 trilyon dînaran e, herwesa kurtanîn di wê projeyê de heye û hejmara dawiyê ya wê kurtanînê jî piştî danûstandinan dê bê diyarkirin.

Wê di derheqa dahat, nirxê petrolê û dolarî de jî ragihand ku di reşnivîsa wê projeyê de li ser nirxê petrolê û nirxê guherîna dolarî çend pîver hatine danan, ku di Encûmena Wezarî ya Aborî de nîqaş li ser hatine kirin, lê biryara dawiyê di desthilata Encûmena Wezîran û Parlamentoyê de ye bo dengdanê li ser daku bibin qanûn.

Li ser doza damazrandin û girêbestan jî, Dîlan Xefûr got ku di wê projeyê de danîna 100 hezar pileyên girêbestan hatine cîgirkirin, bi rengekî ku 50 hezar ji wan dê ji bo sektora sivîl bin (bo hilgirên bawernameyên bilind, pîşeyên tenduristî, bijîşkî, yekeman û derçûyan) û 50 hezarên dî jî ji bo sektora leşkerî ne.

Di derheqa pişka Herêma Kurdistanê di girêbestan de jî, wê endama Komîsyona Darayî ragihand ku ew 100 hezar girêbestên di wê projeyê de hatine diyarkirin girêdayî 15 parêzgehên dî yên Îraqê ne, di derheqa girêbestên Herêma Kurdistanê de jî divê di çarçoveya pişka budceya Herêmê de nîqaş û lihevkirin li ser bên kirin, daku pişkek ji bo wan jî bê cîgirkirin.

Di derheqa mûçeyên fermandarên Herêma Kurdistanê de jî, Dîlan Xefûr ron kir ku mûçeyên fermandarên Herêma Kurdistanê di wê reşnivîsê de hatine cîgirkirin û di wê derheqê de piştrastî da fermandaran. 

Wê tekez jî kir ku piraniya daxwazên dî yên Herêma Kurdistanê hîn di qonaxa danûstandinan de ne û negehiştine encameka dawiyê, lewma gelek giring e ku şanda Herêma Kurdistanê li Bexdayê berdewam amade be, daku berî şandina wê projeyê ji bo Parlamentoyê bikarin daxwazên dî jî di wê de cîgir bikin.