Fuad Husên: Şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îraqê di daxuyaniyeka rojnamewanî de eşkere kir ku di çend rojên bê de şandeka Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike, ji bo yekalîkirina pişka Herêma Kurdistanê di projeqanûna budceya 2027ê de. Tekez jî kir ku Waşinton bi temamî piştevaniya plana Îraqê dike, ji bo cemandina çekan di destê dewletê de heta meha Xazîrana sala bê.
Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê, di kongreyeka rojnamewanî de bal kişand ser encamên serdana xwe ya ji bo Amerîkayê û çend dozên heyî.
Li ser pişka Herêma Kurdistanê di budceyê de jî, navbirî ragihand ku projeqanûna budceya 2027ê hîn neçûye Encûmena Wezîran û di qonaxa danûstandinan de ye. Ron jî kir: "Di yek du rojên bê de, şandeka Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike û ligel Wezîra Darayî û Wezareta Darayî ya Federalî dicivin, û di wê çarçoveyê de pişka Herêma Kurdistanê di budceyê de dê bê diyarkirin."
Di derheqa dosyeya şehîdan û enfalkiriyan de, Fuad Husên pêşwazî li serdana Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdula Hacî Mehmûd kir û behsa encamên civînên wan ligel aliyên peywendîdar kir, ji bo zêdetir xizmetkirina kesûkarên şehîdan û zîndaniyên siyasî.
Li ser destpêkirina geştên asmanî ligel Îranê piştî qedexekirina wan ji aliyê Amerîkayê ve, navbirî ron kir ku di serdana xwe ya ji bo Waşintonê de ew pirs çareser kiriye, lê tekez jî kir ku geşt tenê ji bo balafirxaneya Necefê dest pê kirine ne ji bo cihên dî, ew jî li gorî komeka şert û rêkarên diyarikirî.
Di derheqa helwesta Waşintonê li ser pirsa çekkirina komên çekdar de, Fuad Husên got: "Amerîkayî bi temamî piştevaniyê li siyaset û plana Hikûmeta Îraqê ji bo kontrolkirina çekan di destê dewletê de dikin."
Navbirî amaje da wê yekê jî ku ew jivana ji aliyê Serokwezîrî ve hatiye diyarkirin, ku 30ê Hezîrana sala bê ye wekî dawîn destûriya ji bo danîna çekan, planeka fermî ye û li Amerîkayê jî hatiye ragihandin, lewma divê hemî pabend bin û berdewam ji bo cîbicîkirina wê kar bê kirin.