Di çarçoveya rêkeftina HSD û Şamê de: Hêzên ewlehiyê li ser rêya M4ê belav dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya rêkeftina 29ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Şamê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser rêya navdewletî ya M4ê û deverên cuda yên parêzgeha Hesekê dest bi belavbûnê kirin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Qamişloyê îro 7ê Cotmehê da zanîn, ji duh êvarî ve tevgera belavbûna hêzên ewlehiyê li parêzgeha Hesekê û li xalên sereke yên ketina bajarê Qamişloyê dest pê kiriye.

Li gorî zanyariyên peyamnêrê me, Hêzên Ewlekariya Rêyan û Hêzên Navxweyî li ser rêya sereke ya Til Temir – Qamişlo û rêya Amûdê – Qamişlo, her wiha li ser rêya navdewletî ya M4ê hatine bicihkirin.

Amaje bi wê jî kir, Hêzên Operasyonan ên ser bi Asayîşê ve, yên ku tevlî hêzên hikûmetê bûne, bi hevahengiya ligel Hêzên Ewlekariya Navxweyî li ser van rêyan xalên kontrolê yên hevbeş ava kirine.

Herwiha peyamnêrê Kurdistan24ê diyar kir, ew endamên Asayîşê yên tevlî Hikûmeta Sûriyeyê bûne, biryar e di rojên pêş de cilûbergên fermî yên Hêzên Navxweyî yên hikûmetê li xwe bikin û bi vî rengî wekî yek hêza hevbeş erkê xwe yê ewlehiyê li deverê bi cih bînin.

Ev pêngav û tevgera nû ya hêzên ewlekariyê di çarçoveya cîbicîkirina xalên rêkeftina 29ê Çileyê de tê ku di navbera fermandariya HSDê û Hikûmeta Şamê de ji bo asayîkirina rewşa navçeyê hatibû îmzekirin.