Çinîna sêvan li Şinoyê hat destpêkirin: Berhem zêde ye lê bikir nînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di zibareya çinîna sêvan a bajarê Şinoyê yê Rojhilatê Kurdistanê de, tevî ku tê pêşbînîkirin ku îsal berhem bibe zêdetirî 160 hezar tonan, xwediyên baxan ji ber nebûna bikiran û giraniya xerciyan gilîdar in û daxwaza hêsankirina hinardekirinê dikin.

Her sal di meha yekê ya Payîzê de zibareya çinîna sêvan di nav baxên bajarê Şinoyê yê Rojhilatê Kurdistanê de dest pê dike, bi kêmî ve çar hezar karker ji vî bajarî û ji bajarên dî yên devera Mukriyanê ji bo çinîna sêvan berê xwe didin baxên Şinoyê. 

Ev kar nêzîkî du mehan vedikêşe û ev yek jî derfeta karî ya demkî ji bo van karkeran peyda dike. Karker dibêjin ku heqdestê wan kêm e û têra xerciyên jiyana wan nake.

Bajarê Şinoyê 11 hezar hektarên baxên sêvan hene û tê pêşbînîkirin ku îsal zêdetir ji 160 hezar tonên sêvan hebin. Xwediyên baxan dibêjin ku çiqas sêvên îsal ji sêvên par bedewtir bin û berhem jî zêdetir be, lê dahat kêm bûye û pirsgirêka wan a serekî giraniya xerciya berhemanînê û nebûna bikiran e.

Bajarê Şinoyê nêzîkî 50 sarxaneyan hene, ku zêdetir ji 120 hezar tonan ji sêvên vî bajarî werdigirin daku di demsalên Zivistan û Biharê de bi nirxekî baştir ji bo sûkê bên şandin. 

Çil hezar ton ji van sêvan jî piştî çinînê bi neçarî bi nirxekî erzan dikevin nav sûkê. Di heftiya borî de xwediyên baxên parêzgeha Urmiyeyê daxwaz ji hikûmetê kir ku madem di navxweya Îranê de bikir nînin, rêyê ji bo hinardekirina sêvên wan xweş bikin.