Karwaneke din a koçberên Serê Kaniyê ber bi warên xwe ve birê ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya pêvajoya vegera koçberên Serê Kaniyê, gundewarên wê û navçeya Til Temirê de, îro 8ê Cotmehê karwana çaremîn a koçberan ber bi war û warên wan ve bi rê ket.

Li gorî zanyariyan, ev karwana çaremîn ji 514 malbatan pêk tê ku hejmara wan giştiye 4584 kesan. Hat ragihandin ku karwan bi amadebûna şandeke fermî, Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Siyamend Efrînî û Endamê Şanda Serokatiyê Mistefa Ebdî ber bi gund û bajarê xwe ve bi rê ketiye.

Piştî bi rêketina karwanê, Endamê Şanda Serokatiyê Mistefa Ebdî ji rojnamevanan re ragihand, piştî wergirtina hemû rênimayî û tedbîrên pêwîst ji bo parastina canê sivîlan ji metirsiya teqîna mînan, amadekariyên pêwîst ji bo pêşwazîkirina koçberan û pêşkêşkirina xizmetguzariyan hatine temamkirin.

Ebdî tekez kir ku ev pêvajoya vegerê dê berdewam be heta ku tevahiya xelkê koçber vegerin û li mal û milkên xwe bi cih bibin.

Mistefa Ebdî her wiha aşkere kir ku hevdem ligel vegera vê karwana çaremîn, 50 malbatên ku li Serê Kaniyê bicih bûbûn, ji bajêr derdikevin û vedigerin ser malên xwe yên li taxa Xiwêranê ya bajarê Hesekê. Diyar kir jî, hemû ew xaniyên ku li Serê Kaniyê tên valakirin, dê rasterast radestî xwediyên wan ên resen bên kirin.

Roja 5ê vê mehê jî karwanek ku ji 516 malbatên koçber pêk dihat, ji kamp û navendên demkî yên hewandina koçberan ên li parêzgeha Hesekê vegeriyabû gundewarê Serê Kaniyê.