Di salvegera Dastana Pirdê de malbatên şehîdan banga yekrêziya aliyan dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di salvegera Dastana Pirdê de, malbat û kesûkarên şehîdan serbilindiya xwe bi qehremaniya Pêşmerge tînin ziman û bang li tevahiya aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin ku ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê yekrêz û yekdeng bin.
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û dagirkirina Kerkûk û Xurmatûyê, hêzên Iraqê û milîsên Heşda Şeibî bi pêşveçûneke berfireh ji aliyê Pirdê ve berê xwe dabûn Hewlêrê, bi armanca ku tevahiya Herêma Kurdistanê dagir bikin. Lê belê Hêzên Pêşmerge li beramberî vê êrişê berxwedaneke dîrokî nîşan dan, pêşveçûna wan rawestandin û xewna dagirkirina Hewlêrê têk birin. Di vê berxwedanê de heft Pêşmergeyên qehreman şehîd bûn.
Şehîd Surên yek ji şehîdên wê dastanê bû. Bav û birayekî Şehîd Surên jî beriya wî di riya parastina xaka Kurdistanê de şehîd bûbûn; her wiha bavê hevjîna wî jî şehîdê heman rêyê ye.
Hevjîna Şehîd Surên, Şeyda Husên, ji Kurdistan24ê re got: "Em şanaziyê dikin ku me ev rê hilbijartiye. Hevjînê min jî bi baweriya xwe ya kûr ev rê hilbijart û canê xwe feda kir. Em qet poşman nînin ku me ev rê hilbijartiye, ev ji bo me serbilindiyeke pir mezin e."
Şehîd Xazî Dolemerî jî yekî din ji qehremanên Dastana Pirdê bû. Kurê wî, Şêrwan Xazî Dolemerî, bal kişand ser qurbaniyên Pêşmerge û got: "Rojeke pir giran û nexweş bû, lê serê me bilind e ku bavê min xwe kire qurbana Kurdistanê. Wan Kerkûk firotibû lê me bi xwînê kirîbû; heger hezar carên din jî bifroşin, em ê dîsa bi xwîna xwe bikirin. Daxwaza me ji aliyên siyasî ew e ku ji bo parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê bibin yek."
Kurê Şehîd Azad Berekeyî, Bextiyar Azad jî anî ziman ku bavê wî tenê çar roj piştî bûyerên 16ê Cotmehê di Dastana Pirdê de canê xwe bexşiye û got: "Banga me wekî malbatên şehîdan bo hemû aliyan yekrêzî û yekdengî ye. Çawa ku me bi xwînê berevanî li vî welatî kir, bila ew jî bi yekrêzî û tebayiyê xwedîtiyê li qewareya Herêma Kurdistanê bikin."
Di 20ê Cotmeha 2017an de, demjimêr 07:00ê sibehê, artêşa Iraqê û milîs bi topbaraneke giran ji bajarokê Pirdê ve ber bi çeperên Pêşmerge û bajarê Hewlêrê ve pêşrewî kirin.
Lê Pêşmerge bi îradeyeke polayî li hemberî wan sekinîn. Di vî şerî de tangeke ji cureyê Abrams a Amerîkî – ku yek ji pêşkeftîtirîn tangên cîhanê ye û ji bo şerê li dijî DAIŞê dabûn artêşa Iraqê – ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hat teqandin û jinavbirin. Bi vî awayî Dastana Pirdê di dîroka Kurdistanê de wekî "Dastana Şikandina Abramsan" hat tomarkirin û tirs xiste nav dilê êrişkaran, rê li ber dagirkirina Hewlêrê girt û sînorek ji bo xaka Kurdistanê xêz kir.