Serokwezîr Mesrûr Barzanî Projeya "Firecuriya Biyolojîk a Kurdistanê" ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, projeya Firecuriya Biyolojîk li Kurdistanê" bi fermî hat ragihandin, ku tê de mezintirîn binkeya daneyan a zanistî bo jîngeh û xweza ya Kurdistanê tê pêşkêşkirin.

Bi serperiştiya saziya "Kurdistan Foundation" û bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Îro 20ê Cotmeha 2026an, di merasîmeke taybet de ev projeya stratejîk hat aşkerekirin. Armanca sereke ya projeyê berhevkirin, rêkxistin, piştrastkirin û pêşkêşkirina zanyariyên zanistî ye li ser ajal û riwekên Herêma Kurdistanê.

Di merasîmê de malpera fermî ya projeyê (www.biodiversity.krd) hat vekirin, ku dê bibe çavkaniyeke serekî û neteweyî ji bo lêkolîner, xwendekar, jîngedost û hemû wan aliyên ku di warê parastina jîngehê de dixebitin.

Zêdetirî 2 hezar û 200 cureyên riwek û ajalan hatine tomarkirin

Li gorî daneyên destpêkê yên projeyê, heta niha hejmareke berbiçav a cureyên zindî li seranserê Kurdistanê hatine tomarkirin:

- 2 hezar û 252 cureyên cuda hatine tomarkirin.

- 1 hezar û 408 cureyên riwekan.

- 844 cureyên ajalan.

Di çarçoveya merasîmê de her wiha pirtûkeke zanistî ya nû di bin navê "Şîrdarên Herêma Kurdistanê" ji aliyê nivîskarên wê ve hat nasandin, ku bi piştevaniya Kurdistan Foundationê û li ser bingeha lêkolînên meydanî û zanistî hatiye amadekirin.

Armancên stratejîk ên projeyê

Ev proje ku ji aliyê beşa (Climate.KRD) ya ser bi Kurdistan Foundationê ve tê birêvebirin, projeyeke demdirêj e û çend armancên sereke dişopîne:

- Komkirin û rêkxistina hemû zanyariyên biyolojîk ên Kurdistanê di yek çavkaniya hevpar de.

- Piştrastkirina hûrbînî û dirustiya zanyariyan li ser asta navdewletî.

- Dabînkirina jêderekî akademîk ji bo zanîngeh û navendên lêkolînê.

- Bilindkirina asta hişyariya giştî li ser parastina çavkaniyên xwezayî.

- Danasîna wan cureyên kêmpeyda û xwemalî yên Kurdistanê ku rûbirûyî metirsiya neman û jinavçûnê bûne.