600 malbatên din ên Serê Kaniyê vedigerin ser cih û warên xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya şeşemîn karwana vegera koçberên Serê Kaniyê de, îro 600 malbat ji her du kampên Newroz û Waşokanî yên parêzgeha Hesekê ber bi cih û warên xwe yên li Serê Kaniyê û gundewarên wê ve bi rê ketin.

Ev malbat xelkê herêma Serê Kaniyê, Til Temir û Zirganê ne û ji ber êrîş û şerê li herêmê, ev heft sal bûn ku bi darê zorê ji zevî û malên xwe hatibûn koçberkirin û di bin konên kampan de dijiyan.

Li gorî zanyariyan, ew kes û malbatên ku îro 21ê Cotmehê di karwana şeşemîn de vedigerin, şêniyên nêzîkî 50 gundên ser bi gundewarê Serê Kaniyê, navçeya Til Temirê û nahiya Zirganê ne. Kampên Waşokanî û Newrozê yên li parêzgeha Hesekê serjimêriyeke berfireh ji awareyên van deveran di nav xwe de digirin.

Pêvajoya vegera koçberên Serê Kaniyê bo warê bav û kalan di 10ê Tebaxa 2026an de bi derketina karwana yekem bi fermî dest pê kiribû.

Birêvebirin û çavdêriya vê pêvajoyê rasterast ji aliyê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê ve tê meşandin. Pêvajo bi hevahengiya çendîn aliyên mirovî û ewlehiyê dimeşe, da ku derbasbûna karwanan bi awayekî rêkûpêk û ewle pêk were û pêdiviyên bingehîn ji bo xelkê vegeriyayî werin dabînkirin.

Heta niha zêdetirî 2 hezar û 500 malbatên ji koçberên Serê Kaniyê di karwanên cuda de gihîştine ser milk û warên xwe. Di heman çarçoveyê de, 100 malbatên din ên ku ji ber mercên koçberiyê li Serê Kaniyê bi cih bûbûn, vegeriyan ser malên xwe yên li bajarê Hesekê.