Çandina petatan li Bokanê bûye çavkaniyeke giring a dahatê û derfetên kar

Navenda Nûçeyan (K24) – Deştên bibereket ên Bokanê li Rojhilatê Kurdistanê, ku berê zêdetir bi berhemanîna genim û danên din navdar bûn, ev çend sal in ku petat lê tên çandin û ev berhem bûye sîmayeke nû ya kerta çandiniyê li wê deverê û çavkaniyeke giring a dahatê û afirandina derfetên kar.

Ev zêdetirî 10 salan e ku çandina petatan li Bokanê zêde bûye. Ev pêngav, ji bilî peydakirina dahateke baş bo cotkaran, herwesa bûye sedema afirandina derfetên kar bo bi dehan malbatan û bi sedan karkerên rojane. Li gorî gotina cotkaran, çandina vî berhemî di her du werzên bihar û payîzê de tê kirin, lê berhemê werzê payîzê ligel seqayê deverê guncayîtir e û encameke çêtir heye.

Li seranserî parêzgeha Urmiyê, Bokan li kêleka bajarên wekî Çaldêran, Miyanduwaw, Nexede û Şayîndijê wekî yek ji navendên serekî yên berhemanîna petatan tê hejmartin. Bo îsal, zêdetirî yek hezar û 700 hektarên erdî li wê parêzgehê bo çandina vî berhemî hatine terxankirin û tê pêşbînîkirin ku berhemanîn bigihîje nêzîkî 60 hezar tonan.

Herçend e destpêka çandina petatan li Bokanê li ser rûbereke sînordar û bi wekî ceribandin dest pê kiribû lê li gorî kalitiya wê ya bilind, sal bi sal rûberê çandinê ber bi berfirehbûnê ve çûye û hejmareka cotkaran zeviyên xwe bo 50 heta 100 hektaran zêde kirine. Ev kalitiya baş bûye sedem ku petatên Bokanê ji bazara navxweyî derbaz bibin û bo bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê û seranserî Îranê bên şandin.

Ji aliyê hejmara berhemî ve, deştên Bokanê serkêş in; di demekê ku tevahiya berhemê petatan li parêzgeha Urmiyê 35 ton di her hektarekê de ye, li Bokanê berhemanîn digihîje 50 tonan di her hektarekê de. Herwesa bo birêvebirina çavkaniyên avê, li zêdetirî %80 ji zeviyên petatan ên wê parêzgehê de sîstema avdanê ya nûjen tê bikaranîn.

Di ser van pêşkevtinan re, kerta çandiniyê li wê deverê bê asteng nîne; parek ji cotkaran ji ber bihayê zêde yê zibil û pêdivîtiyên kîmyayî nîgeran in, zêdebûna xerciya berhemanînê û zehmetiya rewşa aborî bargiraniyeka zêde bo wan çê kiriye û ew daxwaz dikin ku zêdetir piştgiriya wan bê kirin.