Koçberên Girê Spî di dema vegera malên xwe de dibin armanca êrîşan

Navenda Nûçeyan (K24) – Komeka koçberên Girê Spî, dema ku gihiştin bajarê xwe û bizav kir ku malên xwe vegerînin, rûbirûyî êrîşê bûn, ew jî bêyî ku pêşwext hevahengî ligel Lîjneya Koçberên Girê Spî re hatibe kirin.

Li ser daxwaza rêveberiya wê deverê, komeka koçberên Girê Spî îro Duşem, 26ê Cotmeha 2026ê, vegeriya warê xwe lê di dema vegera wan bo bajarê wan de, êrîşî ser wan hate kirin û êrîşkeran otombêlên wan têk dan û zirareka zêde gehand wan.

Herwesa proseya vegerandina koçberên bajarê Serêkaniyê piştî derbazbûna heft salan di ser koçberkirina bi zorî ya ji deverên wan li roja Duşemê, 10ê Tebaxa 2026ê hatibû destpêkirin. 

Serperiştîkirina vê proseyê ji aliyê Lîjneya Koçberên Serêkaniyê ve bi hevahengî ligel çend aliyên mirovî û ewlehî, berî hemiyan jî Heyva Sor a Kurdî û Hêzên Asayişa Navxwe ve bi rê ve çû, bi merema piştrastbûna ji rêkxistina wî karwanî û dabînkirina pêdivîtiyan bo vegerandiyan.

Karwanê yekê yê Koçberan, ku nêzîkî 650 malbatan (bi sedan mêr, jin û zarok bi kelûpelên xwe ve) vedigirtin, geşta xwe ber bi bajarê xwe dest pê kir.

Di berdewamiya bizavên vegerandinê de, Endamê Encûmena Gel û Endamê Tîma Serokatiyê Mustefa Ebdî li roja Duşemê, 12ê Cotmeha 2026ê, li ser hesabê xwe yê Feysbûkê ragihand ku karwanekî din ê koçberan vedigere deverên xwe. 

Li gorî zanyaran, ew karwan ji 450 malbatên koçberên Serêkaniyê pêk hatibû, ku li Hesekê xwecih bûn û vedigeriyan. Herwesa karwanekî din ê 50 malbatên koçberên xelkê Hesekê, ku xwecihên Serêkaniyê bûn, vedigeriyan ser malên xwe li Hesekê.

Bi vî awayî, piştî ku karwanê yekê yê koçberên Kurd gihîşt devera Serêkaniyê, hejmareka welatiyên vegerandî di nava bajarê xwe de rûbirûyî êrîş û destdirêjiyan bûn. Li beranberî van binpêkirinanên ewlehiyê jî, Lîjneya Koçberên Serêkaniyê ragihand ku ew ji nêzîk ve û bi hûrgilî encamên wê dişopînin, û bi rengekê fermî aliyên peywendîdar ên Şamê (di nav de Tîma Serokatiya Sûriyeyê), dezgehên ewlehiyê yên Serêkaniyê û rêveberiya deverê bi tevayî berpirsiyar kirin. 

Wê lîjneyê tekez li ser wê yekê jî kir ku ev êrîş binpêkirnên berçav ên bendên lihevkirina 29ê Çileyê di doza vegerandina koçberan de ne.