ENKSê êrîşên li ser malbatên kurd ên vegeriyayî yên li Girê Spî şermezar kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) derbarê êrîşên li dijî malbatên kurd ên ku piştî salan ji koçberiyê vegeriyane ser mal û milkên xwe yên li Girê Spî, daxuyaniyeke tund belav kir û daxwaz kir ku tawanbar bên darizandin û parastina vegeriyayan bê mîsogerkirin.
Li gorî daxuyaniya Sekreteriya Giştî ya ENKSê, duh 26ê Cotmehê hejmarek ji malbatên kurd ên ku vegeriyane herêma Girê Spî û gundewarê wê, rastî lêdan, êrîşên fîzîkî û gefên kuştinê hatine. Da zanîn jî, ev gef û êrîş gihîştine jin û zarokan jî û wesayîtên wan ji aliyê kesên êrîşkar ve hatine şewitandin.
ENKSê diyar kir, vegera van malbatan bi agahdarî û hevahengiya Parêzgariya Reqayê, rêveberiya navçeya Girê Spî û hêzên ewlehiyê pêk hatibû. Herwiha malbatan li ser daxwaza rêveberiya herêmê hemû belge, pênase û tapoyên pêwîst ên xwedîtiya xanî û zeviyên xwe pêşkêş kiribûn, da ku bikaribin milkên xwe yên desteserkirî wergirin.
ENKSê bal kişand ser wê yekê ku ev kiryar ligel wan binpêkirinên ku di Tebaxa borî de li dijî malbatên vegeriyayî yên li Serê Kaniyê qewimîn, astengiyeke metirsîdar li pêşiya pêvajoya vegera dilxwazî, ewle û bi rûmet a koçberan çêdike û derbeke giran li aştiya civakî û aramiya herêmê dixe.
ENKSê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji Hikûmeta Sûriyê û Parêzgarê Reqayê kir ku:
- Komîteyeke fermî ya lêkolînê pêk bînin, da ku rastiya bûyerê aşkere bibe û tawanbar li gorî qanûnê bên cezakirin.
- Rêkarên lezgîn ji bo dabînkirina ewlehiya malbatên vegeriyayî û parastina milkên wan werin girtin.
Di heman demê de, ENKSê bikaranîna behaneya "pewendiya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)" ji bo astengkirin an jî êrîşkirina ser sivîlên kurd red kir û ragihand, nabe mafên sivîl û mulkiyetê tevlî nakokiyên siyasî bibin, herwiha xelkê sivîl ne berpirsê biryarên desthilatên deverê ne.
Di dawiya daxuyaniyê de, bang li xelkê hat kirin ku xwe ragirin, rê nedin provokasyon û aloziyan û pişta xwe bidin rêkarên qanûnî. Herwiha tekezî li ser berpirsyariya aliyên peywendîdar a di warê parastina mafên hemû welatiyan û parastina ewlehiyê de hat kirin.