Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê: Pirtûk zêde ne lê xwendevan sal bi sal kêm dibin
Hewlêr (K24) – Li Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê, zêdetirî 400 weşanxane û çapxane ji 18 welatan beşdar bûne. Tevî ku hejmareke mezin a pirtûk û navên nû li pêşangehê hatine pêşandan, xwediyên pirtûkxaneyan hişyariyê didin ku hejmara xwendevanan sal bi sal kêm dibe û kêşeya giranbûna lêçûnên çapê, bandoreke xirab li ser dahatûya pirtûkê dike.
Li pêşangehê dema weşanxane ji bo kişandina bala xelkê di nava rikabiriyê de ne, xwediyên pirtûkan dibêjin ku pîvera sereke ne tenê hejmara navên pirtûkan e, belkî daxwaz û hezkirina xwendinê bi xwe ye ku mixabin her ku diçe dadikeve.
Xwediyê pirtûkxaneyê Ehmed Nebîl derbarê sedemên kêmbûna xwendevanan de bal kişand ser bandora teknolojiyê û got: “Xwendin kêm dibe, em wek xwediyên pirtûkxaneyan vê yekê bi zelalî dibînin. Sedema sereke torên civakî û pêşketina bilez a teknolojiyê ye ku xelkê bi xwe ve mijûl dike. Rast e zexta kar û jiyana rojane jî zêde bûye, lê nifşê nû ji zaroktiyê heta temenê ciwaniyê tenê bi amûrên elektronîkî re mijûl e û di vê derbarê de malbat jî roleke alîkar nalîzin.”
Ji bilî kêmbûna xwendinê, weşanger di qonaxa amadekirin û berhemanîna pirtûkê de jî, rastî gelek zehmetiyên aborî û qanûnî tên. Lêçûnên zêde yên kaxez û çapê, zehmetiyên belavkirinê û bihabûna nirxê dolarê li hember dînarê îraqî weşangeran dixe bin barê giran ê mesrefan.
Xwediyê pirtûkxaneyê Mihemed Resûl di vê derbarê de got: “Di dema berhemanînê de zehmetiyên mezin hene, nemaze pirsa mafê weşanê. Wek nimûne, dema ez pirtûkekê bi lêçûneke zêde amade dikim û belav dikim, pirtûkxaneyek din tê wê pirtûkê bê destûr bi rengekî kêmkalîte çap dike û bi bihayekî gelekî erzantir difiroşe. Bo nimûne, dema ez pirtûkê bi 25 hezar dînarî difiroşim, ew bi 5 hezar dînarî didin; ev jî fêl e û mafxwarin e. Ji aliyekî din ve, bilindbûna nirxê dolarê bandoreke xirab li me kir, ji ber ku em bi dolar çap dikin lê xelk bi dînar dikire.”
Tevî van hemû pirsgirêk, astengî û kêmbûna berbiçav a rêjeya xwendinê, weşanger didin zanîn ku hîna jî çîneke dilsoz a civakê heye ku dest ji pirtûkê bernedaye û daxwazeke berdewam ji bo xwendinê diparêze.