Besê Hozat: Pêvajo ketiye heyama cemidandinê, bêyî azadiya Ocalan gerîla gavan navêje

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat derbarê pêvajoya aştiyê de ragihand, PKKê di vê pêvajoyê de gavên dîrokî avêtine, lê belê dewletê li hember vê ti gaveke şênber neavêtiye. Hozat diyar kir jî, di pêvajoyê de rewşeke “rawestandin û cemidandinê” heye û heta ku statu û azadiya Abdullah Ocalan misoger nebe, gerîla gavan navêje.

Besê Hozat di bernamiyeke televîzyona Medya Haberê de bal kişand ser gavên pratîkî yên ku PKKê avêtine, wekî rawestandina têkoşîna çekdarî, vekişandina hêzên xwe ji nava sînorên Tirkiyeyê û valakirina hin şikeftan.

Hozat di vê derbarê de got: “Ev pêngavên dîrokî ne ku dilsozî û biryardariya me ya li hemberî pêvajoyê nîşan didin. Lê li hemberî vê, dewlet ber bi demokratîkbûnê ve gavekê jî navêje û zemîna siyasî û hiqûqî amade nake.»

Hevseroka KCKê diyar kir ku li aliyê dewletê ti tevgereke cidî nayê dîtin û got: “Dibe ku di vê qonaxê de gotina ‘xitimbûnê’ hinekî zû be, lê bi rastî rewşeke cemidandin û rawestandinê heye. Hûn dikarin bêjin kilîtbûn jî heye. Sedema vê yekê helwesta dewletê û desthilatdariyê bi xwe ye. Ya ku rû dide, li wê eniyê cemidandinek e.»

Besê Hozat bal kişand ser mercên danîna çekan û destnîşan kir ku gerîla amade ye derbasî qada siyaseta demokratîk bibe: “Eger dewlet gav bavêje, beriya her tiştî azadiya Ocalan mîsoger bibe, zemîna siyasî û hiqûqî were amadekirin û derfeta siyaseta demokratîk bê dayîn; wê demê gerîla li hemû qadan çekan datîne û bi rêxistinkirî siyaseta demokratîk dimeşîne.”

Hevseroka KCKê bertek nîşanî daxuyaniyên Serşêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum ên derbarê statuya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de da û got: “Aşkere û zelal e; heta ku Ocalan azad nebe û statuya wî bi awayekî fermî neyê tesbîtkirin, ji niha û şûn de gerîla gaveke tenê jî navêje. Mehmet Uçum di nav dewletê de nûnerê wê meylê ye ku li ser bêçareserî, şer û înkarê israr dike. Bi rastî ew bi tevahî elemanekî şerê taybet e.”