Urdin: Di êrîşên me yên li ser Sûriyeyê de zêdetirî 20 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Ragihandinê yê Urdinê ragihand, di encama êrîşên asmanî yên welatê wî de li ser başûrê Sûriyeyê, zêdetirî 20 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û depoyeke wan a mezin a çekan hatiye jinavbirin.
Wezîrê Ragihandinê yê Urdinê Mihemed Muminî îro 27ê Cotmehê di daxuyaniyekê de diyar kir, li gorî encamên destpêkê yên operasyonên leşkerî, ziyaneke gelek giran gihîştiye refên DAIŞê. Muminî got: “Zêdetirî 20 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û depoyeke wan a stratejîk a mezin a çek û cebilxaneyê bi temamî hatiye rûxandin.”
Rayedarên Emmanê beriya niha dabûn xuyakirin ku ev bombebaran ji bo tolhildana wan qurbaniyan pêk hatiye ku di encama êrîşa li ser dêrekê ya li parêzgeha Kerekê ya li başûrê Urdinê de jiyana xwe ji dest dabû. Herwiha hatibû aşkerekirin ku hersê êrîşkarên Urdinî pêwendiya wan rasterast bi wan grûpên li başûrê Sûriyeyê re hebûye ku bûne armanca firokeyên wan.
Duh Duşemê, Wezîrê Navxwe yê Urdinê Mazin Feraye di konferanseke rojnamevaniyê de dabû zanîn, encamên lêpirsînê nîşan dane ku hersê bikerên êrîşa ser dêra Kerekê, endamên heman malbatê ne û du ji wan birayên hev in, herwiha ti delîlek nîne ku peywendiya wan bi şaneyeke din a li hundirê welêt re hebe.
Feraye destnîşan kir, hêzên ewlehiyê karîne her sê tometbaran bigirin. Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Ewlekariya Giştî ya Urdinê Ubeydullah Meayte aşkere kir ku piştî rûbirûbûneke çekdarî, kesên êrîşkar hatine desteserkirin û dest li ser hejmareke mezin a çek û teqemeniyan hatiye danîn.
Meayte ronî kir ku ev operasyona serkeftî piştî sê rojan ji şopandin û lêgerîneke hûr hatiye encamdan û bi serdegirtina avahiyeke gumanbar bi dawî bûye.
Roja Înê 23ê Cotmehê, Rêveberiya Ewlekariya Giştî ya Urdinê ragihandibû ku çekdaran êrîş biribû ser merasîma veşartina cenazeyekê li dêreke parêzgeha Kerekê û di encamê de bi dehan welatî bûbûn qurbanî û birîndar bûbûn.