Hûsiyên Yemenê bi mûşekên balîstîkî êrîşî Siûdiyê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Koma Ensarulahê (Hûsî) ya Yemenê ragihand ku bi çend mûşekên balîstîkî êrîş kiriye ser çend armancên leşkerî û petrolê di nava Siûdiyê de, ku di nav de du balafirên leşkerî û parzinîngeheka petrolê hene.
Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî îro Sêşem, 27ê Cotmeha 2026ê, li ser hesabê xwe yê fermî yê tora Telegramê ragihand ku hêzên wan kariye bi du mûşekên balîstîkî du balafirên veguhastina leşkerî li başûrê Siûdiyê bikin armanc.
Yehya Serî amaje bi wê yekê jî kiriye ku balafira yekê li balafirxaneya Necranê û balafira duyê jî li bingeha asmanî ya Şêx Xalid li devera Xemîs Mişeyit bi berfirehî hatine hingaftin.
Ev êrîş piştî demeka kêm ji ragihandina êrîşeke din a wê komê tê, ku tê de bi mûşekeka balîstîkî parzinîngeha petrolê ya Reis Tenûreyê li rojhilatê Siûdiyê kiribû armanc.
Êrîşên bi mûşekan ên Hûsiyên Yemenê bo ser jêrxaneyên leşkerî û petrolê yên Siûdiyê di çarçoveya aloziyên berdewam ên li deverê de tên kirin û bandorê li ser ewlehiya deverê dikin.