Rêveberiya Trump dema êrîşkirina ser Îranê aşkere kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Tora nûçeyan a Amerîkî "MS Now" ragihand, îdareya Serokê Amerîkayê Donald Trump plan dike ku yekser piştî hilbijartinên nîvdemî yên Kongressê, êrîşeke leşkerî ya berfireh û giran lê demkurt li dijî Îranê pêk bîne.

Tora nûçeyan a Amerîkî "MS Now" îro 31ê Cotmehê ji ser zarê sê berpirsên welatên Kendavê aşkere kir, îdareya Donald Trump hevalbendên xwe yên li herêma Kendavê agahdar kirine ku xwe ji bo rûbirûbûn û şerê li dijî Îranê amade bikin. Li gorî zanyariyan, biryar e operasyon rojek piştî hilbijartinên nîvdemî yên Kongressa Amerîkayê, ango di 4ê Mijdarê de dest pê bike.

Li gorî heman berpirsan, îdareya Trump nexşeya operasyoneke leşkerî ya taybet dariştiye. Taybetmendiya vê planê ew e ku êrîş dê "gelekî tund û di heman demê de demkurt" be; bi armanca ku derbeyeke giran li binesaziya leşkerî û pêgehên hestiyar ên Îranê bixe, bêyî ku Washington bikeve nava şerekî berfireh û bêdawî li navçeyê.

Beriya niha jî agahî derketibûn ku Amerîkayê hişyarî daye hevalbendên xwe yên Kendavê derbarê egera destpêkirina operasyonê piştî hilbijartinan. Di vê çarçoveyê de, artêşa Amerîkayê cihê beşek ji hêz û leşkerên xwe yên li baregehên Rojhilata Navîn guhertiye û amadekariyên pêwîst pêk tîne.

Ev geşedan di demekê de ne ku fîloyeke mezin a hêzên deryayî yên Amerîkayê ber bi avên Rojhilata Navîn ve bi rê ketiye. Hat zanîn ku Washington keştiya xwe ya sêyem a firokehilgir a bi navê "USS Theodore Roosevelt" tevî 20 keştiyên din ên şer ber bi navçeyê ve bi rê kiriye.

Hilbijartinên nîvdemî yên Kongressa Amerîkayê biryar e di 3ê Mijdara 2026an de werin kirin. Ev pêvajo du sal piştî hilbijartinên serokatiyê tê lidarxistin û wek referandûmeke giştî li ser siyaset û bernameya Donald Trump tê dîtin; tê de her du partiyên sereke yên Amerîkayê, Demokrat û Komarî, ji bo kontrolkirina dezgehên yasadananê yên welêt di nava rikeberiyeke dijwar de ne.