Ji bo cara yekem li Tirkiyeyê nirxê lîtreyek mazot 100 lîre derbas kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Cara yekem e di dîroka wî welatî de ku nirxê lîtreyeke mazotê rekoreke nû tomar dike û sînorê 100 lîreyên tirkî derbas dike; her wiha nirxê benzînê jî ji 80 lîreyî bilindtir bû.
Wezareta Xezîne û Darayî ya Tirkiyeyê rêjeya Baca Taybet a Xerckirinê zêde kir. Di encama vê biryarê de, li ser nirxê her lîtreyek benzînê 4.15 lîre û li ser her lîtreyek mazotê jî 3.60 lîre hat zêdekirin.
Bi vê zêdebûnê re, li parêzgeha Stenbolê nirxê lîtreya benzînê derket 80.55 lîreyî. Li Enqereya paytext nirxê wê gihişte 81.55 lîreyî û li Îzmîrê jî bû 81.75 lîre.
Mazot ku şademara sereke ya kerta veguhastinê ye, asteke nû ya pêvaneyî tomar kir. Li Stenbolê nirxê lîtreya mazotê ji 96.90 lîreyî rasterast bilind bû bo 100.5 lîreyî. Nirxê mazotê li Enqereyê gihişte 101.6 lîreyî û li Îzmîrê jî wek 101.8 lîre hat tomarkirin.
Aboriya Tirkiyeyê ev çend sal in di bin barê qeyrana enflasyonê û dabektina berdewam a nirxê lîreyê de ye. Li gorî amarên fermî, rêjeya enflasyonê di sala 2026an de jî di ser %30î re maye, ku vê yekê rasterast bandoreke giran li ser debara rojane ya welatiyan çêkiriye.
Her wiha Tirkiye ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe yên enerjiyê, bi giranî pişta xwe bi hawirdekirinê girê dide; lewma guhertinên di bazara cîhanî ya petrolê de ligel alozî û şerên jeopolîtîk ên herêmê yekser bandorê li bihayê sotemeniyê yê li navxweya Tirkiyeyê dikin.
Ji bo dagirtina kêmasiya budceyê, hikûmeta Tirkiyeyê gelek caran berê xwe dide zêdekirina Baca Taybet a Xerckirinê, ku ev biryar wek sedema rasterast a vê firîna dawî ya nirxan tê dîtin.