Konferansa jinan li Enqereyê; Niha dema herî baş e bo proseya aştiyê
Enqere (K24) – Li Enqereyê konferansa jinan a bi navê ‘Em Bi Hev Re Li Ser Pêşerojê Diaxivin’ bi beşdariyek berfireh hate lidarxistin. Di konferansê de hate diyar kirin ku ji bo çareseriya Pirsa Kurd niha derfeteke dîrokî heye û ji bo aştiyeke mayînde û temam jî pêdivî bi bihîstina dengê jinê heye ku divê di her warî de ne wekî mexdûr wekî çekerekê cîh bigrin.”
Li Enqereyê konferansa ‘Em bi hev re li ser pêşerojê diaxivin’ ku li ser banga 80 jinên di nav de rojnameger, nivîskar, akademîsyen û siyasetmedar hene bi stran û govendan û bi dirûşma “Jin, Jiyan Azadî” dest pê kir. Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, sazî û rêxistinên jinan û gelek jin tevlî konferansê bûn. Di konferansê de hate diyarkirin ku ji bo çareseriya Pirsa Kurd derfeteke dîrokî heye, ji bo aştiya civakî divê jin beşdarên çalak ên proseyê bin û çanda aştiyê bi zimanê jinê bê avakirin.
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad Çaglar Demîrel di vî warî de got: “Jin, tenê li vê konferansê nayên bal hev dê ji vir û şûn de jî di pêşerojê de jî, jin em dê bajar bajar xebatên cuda cuda çêbikin, forûmên, panelên, sempozyumên cuda çêbikin û di her aliyê civakê de bên bal hev û daxwaza jinê çi ye, di pêşerojê de jin çi dixwaze, di aştiyê de, bi gelemperî fikr û ramanên jinê çi ye emê vanan bînin ziman.”
Siyasetmedara Kurd Gulten Kışanak jî diyar kir ku çareseriya pirsa Kurd berpirsyariya wan e û heke ew vê berpirsyariyê hildin ser xwe, dikarin bi hev re aştiyê ava bikin. Jinan jî destnîşan kir ku divê ew di hemû mekanîzmayan de rolekê bilizîn û aştî ji bo jinan hewcedariyeke bingehîn e.
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Nevroz Uysal Alan jî ragihand: “Lineyên ku bi fermî yên aliyê dewletê ve jî, bi aliyê rêxistinê jî, bi aliyê serbixwe jî gava werê avêtin divê cihê nûnertiya jinan tê de hebe. Divê daxwazên jinê ne weke mîna mexdûrekê, ne weke mîna ku ji şer, ji pevçûna zirar dîtiye zêdetir weke çêkereke aştiyê, çekereke pêvajoyê, çêkereke demokrasiyê rola wê were dîtin û nasîn.”
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad Ayla Akat Ata jî amaje da: “Ev dem demeke dîrokî ye. Ji bo wê jî jinên Kurd jî jinên Tirkiyê jî jinên em bihevre dijîn, kîjan ol bibe kîjan bawerî bibe kîjan etnîsîte bibe em dixwazin vê pêvajoyê de bila gotina me jî hebe. Di vê pêvojoyê de ji bo çareseriyê jixwe ked û pêşengtiya herî mezin a jinan e lê em dixwazin bila gotina me jî hebe.”
Herwiha di çarçoveya bernamaya konferansa ku dê du rojan berdewam bike de piştî xebat û nîqaşan, dê encam û biryarên kongreyê bi rêya encamnameyekê bên ragihandin.