Li Sûriyeyê du çekdarên DAIŞê hatin girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgehên ewlehiyê yên Sûriyeyê ragihand ku di operasyoneke hewalgirî de li rojhilatê wî welatî du çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê hatine girtin; çekdarên girtî bi encamdana hejmareka kiryarên terorê tometbar in, ku kiryara serekî jî kuştina berpirsekî Wezareta Berevaniyê li bajarê Meyadînê ye.
Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Sûriyeyê îro Yekşem, 1ê Mijdara 2026an, di ragihandinekê de eşkere kir ku piştî çavdêriyeke zêde ya hewalgirî wan kariye li parêzgeha Dêrazûrê li rojhilatê Sûriyeyê du endamên DAIŞê bigirin.
Li gorî wê ragihandinê, ew her du kes bi wê yekê tometbar in ku destê wan di çend operasyonên terorê de hebûye ku ya herî nû terorandina endamê Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê Îbrahîm Casim li bajarê Meyadînê bû.
Piştî hilweşandina Beşar Esed û wergirtina desthilatê di dawiyên sala 2024ê de, desthilatdarên nû yên Sûriyeyê berdewam kempeynên girtina endamên DAIŞê û şaneyên ku zêdegaviyên dikin radigihînin. Tevî wê yekê ku ew rêxistin di sala 2019ê de ji aliyê cografî ve li Sûriyeyê şikest, lê paşmayî û çekdarên wê hîn car bi car êrîşî hêzên ewlehiyê û berpirsên wî welatî dikin.
Pêştir jî di Tîrmeha borî de, Hikûmeta Sûriyeyê rêxistina DAIŞê bi teqînekê li Şamê di dema serdana Serokê Fransayê Emanuel Macron bo wî bajarî tometbar kiribû û ragihandibû ku ew şaneya ku li pişt wê êrîşê bû hilweşandiye.
Li gorî raporteka fermî, ku di Tîrmehê de pêşkêşî Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî hat kirin, hîn nêzîkî sê hezar çekdarên DAIŞê li deverên cuda cuda yên Sûriyeyê mane. Di wê raportê de hatiye ku dezgehên ewlehiyê gelek bizavên terorkirina berpirsên bilind ên Sûriyeyê şikandine, di nav de jî bizava êrîşkirina li ser Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera.