Zanîngeha Rojava: Biryarên Wezareta Sûriyeyê bersiva daxwazên me yên rewa nedan
Navenda Nûçeyan (K24) – Meclisa Zanîngeha Rojava derbarê pêvajoya entegrasyonê û biryarên Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê de daxuyaniyeke fermî da raya giştî. Zanîngehê ragihand, biryarên vê dawiyê yên Şamê li hêviyên wan nehatine û li dijî rastiya herêmê ne; lewma ew ê proseya tomarkirina xwendekaran û perwerdeyê bêyî gavavêtina paşve bidomînin.
Meclisa Zanîngeha Rojava îro 2ê Mijdarê di daxuyaniyekê de ragihand, Zanîngeha Rojava ji roja pêşîn ve bi erênî nêzîkî pêvajoya entegrasyonê bûye û ji bo xizmetkirina siberoja xwendina bilind amadekariyên cidî kirine, lê belê biryarên Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê bersiva daxwazên wan ên rewa nedane û ji rastiya akademîk, civakî û dîrokî ya herêmê dûr in.
Daxuyaniya Meclisa Zanîngeha Rojava
Ji bo Raya Giştî, Hemû Xwendekar û Civaka Akademîk,
Di bin siya nîqaşên berdewam û pêşketinên çarenûsî yên têkildarî pêvajoya entagrasyonê û siberoja saziyên perwerdehiyê li herêma me; û di çarçoveya berpirsiyariya me ya akademîk û exlaqî de ku her dem berjewendiya xwendekar û zarokên vê herêmê li pêş e; her wiha wekî xwedîderketineke li rêça me ya akademîk ku kevirê bingehîn ê wê bi ked û xwêdana mamoste û xwendekarên me di nava deh salên têkoşîna berdewam de hatiye danîn, Meclisa Zanîngeha Rojava xalên jêrîn bi raya giştî re parve dike:
- Em bi awayekî stratejîk tekez dikin ku em ji roja pêşîn ve bi pêvajoya entagrasyonê re bûn û hê jî li ser vê helwestê ne, me mehên derbasbûyî di amadekariyên herî cidî û berfireh de derbas kirin daku xizmeta siberoja perwerdehiya bilind bikin.
- Lê belê, piştî civîna dawî ya Meclisa Zanîngehê û nirxandina xwestekên tevahiya xwendekaran ji hêla Meclisê ve, bi awayekî eşkere diyar bû ku biryarên ku ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê ve der barê Zanîngeha Rojava de hatine derxistin, bi tu awayî li hêviyên me nehatin û bersiva daxwazên me yên rewa nedan; bi taybetî ku ew biryar bi temamî ji rastiya akademîk, civakî û dîrokî ya herêma me dûr in.
Daxwazên me yên bingehîn:
- Em ji Wezareta Xwendina Bilind dixwazin ku taybetmendiya herêma me û kurdîbûna Zanîngeha Rojava bi awayekî cidî li ber çavan bigire.
- Divê Zanîngeh di vê sala xwendinê de bi hemû statûya xwe ve wekî xwe bimîne, heya ku di encama diyalogan de formuleke lihevhatinê ya hevseng bê dîtin ku taybetmendiya me ya neteweyî, akademîk û çandî biparêze.
- Garantîkirina ku ti beşek ji beşan neyê girtin, ji ber ku ev beş hemû ji bo bersivdayîna pêdiviyeke civakî ya mezin, akademîk û jiyanî ya herêmê hatine avakirin.
- Xwnekarên kurd ev 12 sal in ku bi zimanê kurdî pewerdeya xw dibînin, derbasbûn ji bo fakulte û zanîngehên erebî wê pir zehmet û pirsgirêk be.
- Liberçavgirtina rewşa aborî û jiyanî ya giran a ku îro herêm tê re derbas dibe, lewma xwendekar û malbatên wan bi tu awayî nikarin bar û mesrefên giran ên xwendinê li parêzgehên din hilgirin.
Li ser vî bingehê neteweyî û akademîk, Meclisa Zanîngeha Rojava bi awayekî fermî radigihîne ku pêvajoya hevyazbariyê ya ku berê hatibû ragihandin, wê berdewam be, û encamên hevyazbariyê jî di demeke nêz de wê werin ragihandin. Her wiha, zanîngeh dê bêyî ku bi tu awayî paşve gavê biavêje, karên xwe yên îdarî û perwerdehiyê bidomîne, heta ku zanîngeheke taybet û xweser ji bo herêma me bê avakirin ku zimanê perwerdehiyê tê de duzimanî (kurdî-erebî) be, ligel parastina tam û bê şert a hemû beş û pisporiyan.
Di dawiyê de, ji bo me rûmeteke ku zanîngeha me jî bibe beşeke çalak û afirîner di nava sîstema xwendina bilind de li Sûriyeyê, lê pêwîst e ev sala li pêş me ji bo diyalogeke avaker û akademîk li ser siberoja zanîngehê bê veqetandin; di bin banê parastina maf û siberoja xwendekarên me û mamostayên me ku di nava deh salên borî de kedeke mezin dan û gelek zehmetî kişandin.
Meclisa Zanîngeha Rojava
02-11-2026