Berhemanîna gazê li zeviya Kormorê asayî bûye û amadekarî ji bo zivistanê tên kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Kompaniya Dana Gasê karên nûjenkirin û çaksaziyê yên li zeviya gaza Kormorê bi serkeftî bi dawî anîn û ragihand ku niha asta berhemanînê vegeriyaye rewşa asayî. Her wiha jêderekî ji Wezareta Karebayê da zanîn ku bi destpêkirina sermayê û zêdebûna daxwazê re, asta berhemanînê dê bi rengekî berbiçav bilind bibe.
Jêderekî taybet ji Wezareta Karebayê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Kurdistan24ê re ragihand, tevahiya xebatên nûjenkirin û çaksaziyê yên li zeviya Kormorê ji aliyê kompaniya Dana Gasê ve hatine temamkirin û zevî ji bo xebata xwe ya rojane ketiye rewşa asayî.
Heman jêderî diyar kir ku niha ji ber hênikbûna keşûhewayê û kêmbûna zexta li ser karebayê, berhemanîna gaza sirûştî li vê zeviyê ji 300 milyon pêyên sêcar kêmtir e û ev rêje jî bi temamî pêdiviyên stasyonên berhemanîna karebayê di vê qonaxê de dabîn dike.
Li gorî zanyariyan, bi hatina werza sermayê û zêdebûna pêdiviya welatiyan, zeviya Kormorê dikare asta berhemanîna gaza sirûştî nêzîkî 300 milyon pêyên sêca yên din bilind bike. Hat destnîşankirin ku ev zêdekirin dê zêdetirî 1,000 mêgawat karebaya zêde bixe ser tora giştî ya Herêma Kurdistanê da ku bersiva daxwaza zêde ya hevbeşan bide.
Jêderê Wezareta Karebayê her wiha daxuyand, rewşa karebayê li seranserê herêmê aram e û ew qutbûnên teknîkî yên li hinek navçeyan rû didin, ti pêwendiya wan bi kêmbûna berhemanîna elektrîkê an jî nebûna gaza sirûştî li stasyonan ve nîne.