Îro Desteya Serokatiya Parlamentoyê tê hilbijartin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dîwana Parlamentoya Kurdistanê ragihand, hemû amadekarî ji bo lidarxistina rûniştinê hatine temamkirin û amadebûna 51 parlamenteran ji bo bidestxistina rêjeya yasayî bes e.

Serokê Dîwana Parlamentoya Kurdistanê Erdalan Sersipî îro Çarşemê, 4ê Mijdara 2026an, da zanîn ku bername û rojeva civînê bi temamî zelal e û hemû amadekariyên îdarî û teknîkî ji bo birêveçûna rûniştinê hatine bicihanîn.

Serokê Dîwana Parlamentoyê bal kişand ser rêjeya yasayî ya civînê û tekez kir ku li gorî peyrewa navxwe ya parlamentoyê, amadebûna 51 endaman bes e da ku rêjeya qanûnî ya civînê temam bibe û rûniştin rewayetiya xwe ya yasayî wergire.

Her wiha derbarê çawaniya hilbijartina Desteya Serokatiya Parlamentoyê de, Erdalan Sersipî diyar kir ku pêngav gelekî hêsan in û got: "Proseya dengdanê û hilbijartina Desteya Serokatiyê tenê pêdivî bi 10 xulekan heye."

Xula Şeşem a Parlamentoya Kurdistanê ji dema ragihandina encamên hilbijartinê ve, rastî çendîn astengiyên siyasî û qanûnî hatiye; nexasim di pirsên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê û lihevkirina li ser posta serokatiya parlamentoyê de.

Ji ber nebûna rêkeftinekê di navbera aliyên siyasî de li ser destnîşankirina serok, cîgir û sekreterê nû, rûniştina yekem a vê xulê heta niha bi awayekî vekirî hatibû hiştin.