Serokwezîr Mesrûr Barzanî rewşa neasayî ya Hewlêrê û derdorên wê dişopîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peywendiyeke telefonî de ligel Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw rewşa neasayî û lehiya şevêdî ya Hewlêrê şopand; navbirî herwisa parêzgar raspart ku hemî rêkaran ji bo rizgarkirina xelkî û parastina jiyan û malên wan bi cih bînin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn ku êvara duhî Şemî, 7ê Mijdara 2026ê, ji bo şopandina rewşa neasayî ya bajarê Hewlêrê û derdorên wê ji ber barîna baranê û çêbûna lehiyê li hin taxan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peywendiyeke telefonî de ligel Parêzgarê Hewlêrê rewşa bajarê Hewlêrê û derdorên wê pirsî û spasiya tîmên cuda cuda kir, ku di hawara welatiyan û zirardîtiyan çûne.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Parêzgarê Hewlêrê raspart ku hemî rêkarên pêdivî ji bo rizgarkirina xelkî û parastina ewlehiya can û malên welatiyan bi cih bînin.

Ev jî ligel hatina pêleke giran a baranê bo deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê hevdem e, ku ji ber wê amadekarî û hevahengiyeke tam di navbera dezgehên xizmetkarî de ji bo rûbirûbûna her bûyereke nexwastî heye; herwisa li hin tax û deverên Hewlêrê av kom bûye û ketiye nava malên welatiyan.