Tevgera Hîkmeyê: Nêzîkbûna Hewlêr û Bexdayê baştirîn rê ye bo çareserkirina arêşeyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Tevgera Hîkmeyê ragihand ku her nêzîkbûn û hevfêmkirineka di navbera Hikûmeta Federalî û Herêma Kurdistanê de pêngavêke erênî ye û di berjewendiya aramiya siyasî û çareserkirina qeyranên welat de ye.
Berdevkê Tevgera Hîkmeyê Samî Cîzanî îro Duşem, 09ê Mijdara 2026ê, di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re got: "Serdanên li pey hev ên di navbera Bexda û Hewlêrê de nîşaneke ron in ji bo rewşeke saxlem û astekî bilind ê sazana siyasî." Eşkere jî kir ku qonaxên borî şahidên vê qebareyê ji peywendî û hevahengiyê nebûn ku îro tê dîtin.
Cîzanî herwisa got: "Dîmenê siyasî yê niha dewlet serê hikûmeta niha bi zimanê danûstandinên ron û eşkere û peywendiya berdewam a di navbera her du aliyan de taybetmen bûye." Behsa wê yekê jî kir ku nêrîneka hevpar heye û baweriya wê ew e ku divê Bexda bihêz û xwedî şiyan be, di eynî demê de Hewlêr jî bihêz û xwedî şiyan be.
Berdevkê Tevgera Hîkmeyê di pareka din a axavtina xwe de amaje da: "Ev encam û pêşhatên erênî hemî di yek berjewendiyê de ne, ew jî xizmetkirina welat û pişgiriya aramiya dîmenê siyasî ye." Tekez jî kir ku nêzîkbûna di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de baştirîn rê ye bo nêzîkkirina dîtinan, yekalîkirina dosyeyên helawîstî û bidawîanîna qeyranan.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşnîvroya îro Duşem, 09ê Mijdara 2026ê, bi serdaneke fermî gehişt Bexdayê û ligel Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û serkirdeyên partî, hevpeymanî û kesatiyên siyasî yên Îraqê dicive.
Ev serdana duyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye bo Bexdayê di îsal de, serdana wî ya borî di Gulana borî de bû, ku ji bo xurtkirina peywendiyên siyasî û nîqaşkirina dosyeyên hevpar ên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Îraqê de bû.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ji K24ê re ragihand: “Di civînên Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Serokwezîrê Îraqê û serkirdeyên siyasî yên Îraqê de, baldarî dê li ser çareserkirina arêşeyan li gorî destûr, qanûn û lihevkirinan be, bi awayekî ku çareseriyeka guncayî bo hemî arêşeyan bê dîtin.”